Osman Baydemîr spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di bernameya ku tê de beşdar bû de ji ber ku di erdheja Mereşê de alîkariyan şand herêmên erdhejê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê Berê û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê yê berê OsmanBaydemîr di derbarê rojevê de nirxandinan kir.
Baydemîr der barê erdhejên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê ku di encamê de zêdeyî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, axivî û diyar kir ku bi erdhejê re şaristaniyek winda bûye.
Baydemîr ku beşdarî weşana Youtube ya rojnameger Erdal Er bû û diyar kir ku di erdhejê de li Amedê gelek hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Baydemîr diyar kir ku li Amedê 400 kesan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku avahiyên hilweşiyane di serdema beriya 2000'î de hatine çêkirin.
Baydemîr destnîşan kir ku di serdema şaredariya wî de "Dema ku plansaziya avakirinê dihat amadekirin, hemû dînamîkên sivîl tevlî pêvajoya plansaziyê kirine." Baydemîr, da zanîn ku avahiyên piştî plansaziyê hatine çêkirin, tê de ti ziyanên canî çênebûne.
Baydemîr helwesta hikûmeta Tirkiyê ya li hemberî erdhejê rexne kir û diyar kir ku hikûmet li hmeber erdhejêm lawaz maye.
Li aliyê din Baydemîr spasiya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku di dema erdhejê de alîkariyan dane wan û wiha got:
“Avadaniyek nû şert e. Divê em welat ava bikin, ji bo ji nû ve avakirina welat divê em ji zihniyeta nexweş rizgar bibin. Atmosfera bê pevçûn di rêya rizgarbûna ji vê zihniyetê de derfeteke pir giring da Tirkiyê. Hem da Tirkan hem jî da Kurdan. Di heman demê de, belavbûna atmosfera bê pevçûn di demek dirêj de dê pêre deriyê sazîbûna avakirina xweser a taybetmendiya xwe li ber gelê Rojava vebikira.
Di erdhejê de yekemîn daxuyaniya ji Rêveberiya Rojava hat û gotin ew amade ne alîkariyê bikin. Amadekarî jî kirin, lê sînor nehat vekirin.
Dibe ku hûn dijminên hev bin, lê dê rojek were ku, ji wê dijminatiyê wêdetir, rakirina kavilek û rizgarkirina pitikek bi qasî rizgarkirina tevahiya cîhanê bi qîmet be. Rojava hewl da vê bike. Ez dixwazim spasiya wan bikim.
Hewl dan ku hikûmeta Kurdistanê bi birçîbûnê terbiye bikin, şantaj kirin. Yek ji wan kesên ku yekem hatin alîkariyê Hikûmeta Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû.
Ez ji dil spasiya hem Rêveberiya Rojava, hem Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hem Weqfa Barzanî, hem Heyva Sor a Kurdistanê dikim. Bi rastî ev rêxistin jî gelê Kurd nêzî hev dikin. Ev dirêjkirina destên alîkariyê ya bira ji bo bira, hevrikiya siyasî jî nêzî hev dike. Sivikkirina nerazîbûnên siyasî, bi vî awayî, careke din deriyê avakirina zemîneke diyalogê, yasaya biratiyê vedike.
Ev karesata mezin dibe ku vekirina deriyên xêrê jî bi xwe re bîne. Dikare zemîneke wiha pêşkêş bike û pêwîst e ev zemîn were nirxandin. Eger em li bendê bin, ew dê bi tena serê xwe neyê.”