Li Mereşê jin û mêrek rojane şîr didoşin û didin ziyandîtiyên erdhejê

20-02-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ehmed û Xecê 3 çêlek hene û şîrê çêlekên xwe didin ziyandîtiyên erdhejê
Ehmed û Xecê 3 çêlek hene û şîrê çêlekên xwe didin ziyandîtiyên erdhejê
Nîşan Erdheja Mereşê Erhej Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê du rizgarbûyên ji erdhejê rojane şîrê sê çêlekên xwe didoşin û dibin kampa ziyandîtiyên erdhejê ya li navçeya Bazarcixê.

Di dema erdhejê de, ji bilî alîkariyên navdewletî, gelek kesan bi derfetên xwe hewl dan ku alîkariya ziyandîtiyan bikin. Em dê niha behsa çîroka jin û mêrekî bikin ku sê çêlekên wan hene û rojane şîrê wan didoşin û dibin kampa ziyandîtiyên erdhejê a li navçeya Bazarcixê.

Xecê û Ehmed yên li taxa Fatih a Bazarcixê dijîn, di erdhejê de xaniyê wan herifî ye lê ew tevî sê çelên xwe bi saxî ji erdhejê rizgar bûne, niha jî rojane çêlekên xwe didoşin û şîrê ku berhem tînin, bi destê xwe dibin li kampan belav dikin. Piraniya şîrê çêlekên xwe didin xelkê ziyandîtî, lê hinekî jî didin wan ajelên ku li nava kampê û derdora wê dimînin û birçî ne.

Xwediyê çêlekan Ehmed Başidîk dibêje: “Rewşeke gelek dijwar e. Me bi çêlek û şîrê wan debara xwe dikir. Çend kîlo şîr ji wan bihata me difirot, lê niha di çavên me de ew tişt nîne, ji ber ku hemû mirov wekhev in. Em niha şîrê xwe belav dikin.”

Ehmed û xecê pişti ku şîr amade dikin dikevin rê ew nêzîkî kilometreyekê rê dicin û ji bo belav kirina şîrî xwe digehin kampê.  Li kampa ne tenê mirov herwiha ajel jî nesibê xwe ji wî şîrî werdigirin.

Xecê Daşidîk jî got: “Me şîr parzûn kir û me xist nav şûşeyan. Me anî vê derê û em li vir belav dikin. Bila ji wan re helal be û vexwin. Em jî mexdûrin lê em hez dikin ku hevkariya hev bikin. Çadira me nîne û em li derve dimînin lê em dîsa jî dixwazin hevkariya hev bikin.”

Xelkê Bazarcixe ji destpeka erdhejê heya niha bi vî rengi alîkariya hev dikin.

Hemwelatî Nure jî dibêje: “Bila Xwedê ji hemû kesên ku alîkariyê dike razî be. Kesên ku destê alîkariyê dirêj kiriye bila Xwedê hezar caran jê razî be. Lê dewleta me zilikek jî ji miletê me re neşand. Xelk li ser van rêyan tî û birçî ma.”

Li Bazarcixê temamiya avahiyan hatine valakirin û xelk piranî li kampan û di bin çadiran de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst