Li Îskenderûnê qurbaniyên erdhejê Krîstiyan û Misilman alîkariya hev dikin

Îskenderûn (Rûdaw) - Li navçeya Îskenderûn ya Hatayê ku erdhejê zirar û ziyaneke mezin gihandiye, mînaka piştevanî û alîkariya di navbera Mesîhî û Misilmanan de yek ji mînakên herî xweş ê piştevanîyê ye. Li Îskenderûnê dêra Ezîz Corc a Ortodoksan ji bo mexdûran bûye aşxane û deriyê xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekiriye.

Li dêrê rojê 3 dan xwarin ji bo 5 hezar kesan tê hazirkirin û alîkariyên pêwîst tên belavkirin. Xiristiyan û Misilmanên herêmê mil didin hev û alîkariya hev dikin. Li aliyê din li Antakya û Îskenderunê ji ber erdhejê hejmarek dêr û mizgeftên dîrokî jî hilweşiyane û xisar bi wan ketiye.

Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, li dêra dîrokî ya Rûm Ortodoks ku cihê ayîn û îbadetê ye, niha ji bo mexdûrên erdhejê bûye cihê aşxane û stargeh.

Ev dêra dîrokî ya 450 salî Dêra Ezîz Corc (Mar Circos) ya Rûm Ortodoksan e, ku niha deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekiriye. Li vir rojê 3 dan xwarin ji bo 5 hezar kesan tê hazirkirin.

Serokê Weqfa Cimaeta Ortodoks Can Teymur got "Ji roja ewil a erdhejê ve me li hewşa vê dêrê, ji bo mexdûran dest bi çêkirina xwarin kir. Ji Stenbolê ekîbên aşpêj hatin alîkariya me. Me jî li vir bi mirov, xort û jinan re dest bi alîkariyê kir û xwarinên germ îkramê hemwelatiyên xwe kir."

Alîkariyên ku ji bajarên din tên vê dêrê ji bo kesên mexdûr û hewcedaran tên belavkirin. Hejmarek aşpêjên xwebexş jî ji bo xwarinê çêkin ji bajarên cuda hatine vê dêrê.

Aşpêja xwebexş Hilal Tayfun dibêje "Ev dibe roja 6an ku ez li vir im. Ez ji Bodrumê hatim. Em li vir 4 cure xwarin çêdikin, him li vir servîs heye him jî ji bo derve em bi wesaitan pakêt amade digihînin mexdûran."

Ji xeynî Xiristiyanên Ereb li Îskenderunê derdora 3 hezar Xiristiyanên Rûm jî dijîn. Deriyê dêra Ezîz Corc, ne tenê ji bo Xirîstiyanan ji bo her ol, netew û mezhebê vekiriye. Piştevanî û alîkariya di navbera Mesîhî û Misilmanên li İskenderunê jî mînakek baş a şaristaniyê ye.

Pêşengê Cemaeta Erebên Elewî-Nuseyriyan Mehmet Aslan diyar kir "Em endamên cemaeta misilman in, lê me alîkariya erzaq ji bo birayên xwe yên vê dêrê kir. Hatay bajarekî wiha ye. Em bi Kurd, Tirk, misilman, sunî, elewî, Xiristiyan û Cihû em pêkve di nav aştiyê de dijîn."

Li Antakyayê ji ber erdhejê hejmarek dêr û mizgeftên dîrokî jî hilweşiyan û xisar bi wan ket. Li vî dêra 150 salî Ezîz Nikola (St.Nicholas) ya Rûm Ortodoks, ku li İskenderunê ye xisareke mezin gihiştiye ku êdî wê neyê bikaranîn.