Parêzgariya Meletî: 2 hezar û 528 avahî herifîne

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Meletî ragihand ku di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehê 2 hezar û 528 avahî herifîne.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê ya 20ê Sibata 2023an li Meletî ya Bakurê Kurdistanê di encama erdheja Mereşê de 14 hezar û 812 avahiyan zerar dîtine û 2 hezar û 528 avahî jî hilweşiyane. Herwiha li gor hatiye tespîtkirin 13 hezar û 106 avahiyan zerareke zêde û 1706 avahiyan jî zerareke nîvekî dîtine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li parêzgehê kavilên 7 avahiyan hatine rakirin û ji bo rakirina kavilên 24 avahiyan jî kar û xebat berdewam in.

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê ragihandibû, li herêmên erdheja Mereşê pişkînîna 830 hezar û 783 avahiyan ku di nav de 3 milyon û 273 hezar û 605 beşên serbixwe hene temam bûye. 105 hezar û 794 avahiyên ku di nav de 384 hezar û 545 beşên serbixwe hene zerareke zêde dîtine û divê demildest bên hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst