HAT NÛKIRIN - Li Rihayê teqîn: 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 jî birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di bin avahiyeke 7 qatî de li kargehekê gaza xwezayî teqiya û Parêzgarê Rihayê ragihand, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiyan li Taxa Bahçelievler ser bi navenda parêzgeha Rihayê îro Duşemê 20ê Sibata 2023an di qatê yekemîn a avahiyekê de gaza xwezayî ya kargehekê teqiya ye û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.
Sedema teqîna gaza xwezayî nehatiye zelalkirin û ji ber teqînê zerar gehiştiye avahiyê. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûn cihê teqînê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan çû cihê bûyerê û ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayhan di gotinên xwe de piştrast kiriye ku di teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar in.
Salih Ayhan her wiha diyar kir ku tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin û kesekî din jî di nav avahiyê de maye û hewlên derxistina wî berdewam in.
Dîmenên teqîna gazê ya li #Riha ya Bakurê #Kurdistan'ê li gor zanyariyên destpêkê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 20, 2023
🔗 https://t.co/PRQgJvggS3 pic.twitter.com/MZfdhPbsk7