HAT NÛKIRIN - Li Rihayê teqîn: 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 jî birîndar in

20-02-2023
RÛDAW
Nîşan Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di bin avahiyeke 7 qatî de li kargehekê gaza xwezayî teqiya û Parêzgarê Rihayê ragihand, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan li Taxa Bahçelievler ser bi navenda parêzgeha Rihayê îro Duşemê 20ê Sibata 2023an di qatê yekemîn a avahiyekê de gaza xwezayî ya kargehekê teqiya ye û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne.

Sedema teqîna gaza xwezayî nehatiye zelalkirin û ji ber teqînê zerar gehiştiye avahiyê. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûn cihê teqînê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan çû cihê bûyerê û ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayhan di gotinên xwe de piştrast kiriye ku di teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar in.

Salih Ayhan her wiha diyar kir ku tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin û kesekî din jî di nav avahiyê de maye û hewlên derxistina wî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst