Qeter li gundê Hêgiçê yê Cindirêsê kampekê ava dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hêgiçê yê ser bi nahiyeya Cindirsê ya Efrînê ve kampek bi piştevaniya Qeterê tê dirusatkirin.

Li gorî nivîseke Encûmena Xwecihê ya Şiyê, ev kamp 437 konan li xwe digire. Di nava kampê de kesên ku li Cindirêsê malanên hilweşiyane dê bên niştecîkirin.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê Ehmed Bek dibêje "Îro, kampek li gundê Hêgiçê hat dirustkirin bi fînansekirin ji birayên me li dewleta Qeterê. Di kampê de 437 kon hatine vedan, û kon dê bên dabeşkirin li ser ziyandîtiyên Cindirêsê di encama erdheja ku li Tirkiyê û bakurê Sûriyê dabû."

Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê aşkere kir ku kamp dê bê berfirehkirin û sipasiya Qeter kir ku dirustkirina vê kampê peredar kiriye.

Ehmed Bekir got jî "Kamp niha tê berfirehkirin da ku têra 1000 konî bike. Em wekû Encûmena Xwecihî ya Şiyê vê kampê werdigirin da ku ew konan radestî ziyandîtiyan bikin. Herweha em spasiya birayên xwe li Qeterê dikin ji bo piştevaniya wan ji gelê Sûriyê re."

Li gorî amarên herî nû, Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye ku li bajarokê Cindirsê 278 avahî bi temamî hilweşyane û 1110 avahiyên din jî divê bên hilweşandin.

Dr. Fehmî Ebdo, endezyarê ku pişkinîn li avahiyên ziyandtîtî li Cindirêsê kiribû, ji Rûdawê re ragihandibû ku %90 ji avahiyên Cindirsê êdî bikêrî niştecîbûnê nayên.