Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em dê demdirêj li Efrînê bimînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed têkildarî avakirina ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê û pêşkeşkirina alîkariyan bo wê herêmê ragihand ku ew dê demdirêj li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 pileyê rîxter ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn çêbûn, di heman demê de herêma Efrînê û bi taybet navçeya Cindirêsê hejand û zirareke mezin a canî û maddî gihand herêmê.

Piştî gelek hewldanan û bi armanca alîkariya mexdûrên erdhejê bike, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi fermî ofîsa xwe li Efrînê vekir.

Ji roja 11ê vê mehê ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 4 karwanên alîkariyên mirovî derbasî bajarên Efrîn û Cindirêsê kirine û li ser xelkê belav kirine.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ku bi xwe jî çûbû Efrînê, beşdarî bûltena Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara bû û behsa rewşa li Efrînê û xebat û planên dezgehê kir.

42 barhilgir alîkarî bo Efrînê hatiye şandin

Mûsa Ehmed got: “Karwanê me yê yekemîn weke we jî dîtî ji 11 barhilgiran pêk hatibû ku xwarin, av, betanî, û kelûpelên tendirustiyê lixwe girtibû. Karwana duyem jî li ser daxwaza xelkê wê derê bû û di wê karwanê de jî piranî çadir û xwarinên hişk hebûn. Karwanê sêyem jî ji tîmên tendirustî, 5 ambûlans, 15 karmandên tendirustiyê û hinek dermanên li ser daxwaza nexweşxaneya li Efrînê li xwe girtibû. Herwiha karwanê çarem jî niha di rê de ye ji 8 barhilgiran pêk tê û ligel wan jî çadir û erzak hene. Heta niha 36 barhilgirên me gihîştine wê derê û 8 barhilgir jî di rê de ne.”

Ehmed teqez kir ku ew dê li ser alîkariyên xwe berdewam bin û amaje bi wê yekê kir ku berî vê erdhejê jî wan weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi rêya Kurdan, bi rêya Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên din hewl daye xwe bigihînin Efrînê, lê heta pêk nehatibû.

“Serok Barzanî xwest em alîkariyê bikin”

Bi gotina Ehmed, Serok Mesûd Barzanî bi taybetî daxwaz kiriye ku ew alîkariyeke baş bo mexdûrên li Efrîn, Cindirês û li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bikin û got: “Di aliyê aborî û jiyaneke baş de gelek kêmasiyên xelkê herêma Efrînê hene û lewma me jî xwest em alîkariya wan bikin. Gelek kesan ji wê herêmê peywendî bi me re kirin û daxwaza alîkariyê ji me kirin. Serok Barzanî tekid kir ku çawa em xizmete Hewlêrê dikin, zêdetir xizmetê mexdûrên erdhejê çi yên li Efrîn be û çi yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bin bikin. Li ser daxwaz û bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê me dest bi alîkariyê kir. Em bi tenê nebûn, tîmên din ên Herêma Kurdistanê hebûn weke tîmên Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Navxwe û tîmên bergiriya şaristanî hebûn. Herwiha tîmên Heyva Sor a ve derê jî hebûn. Herwiha serdana Serokê Herêma Kurdistanê jî karigeriyeke mezin bo hemû kesê hebû.”

“Me soz daye soz daye em dê her tim hewl bidin ligel xelkê Efrînê bin”

Ehmed diyar kir ku ew bi germî hatin pêşwazîkirin û çûna wan kêfxweşieyek gelek mezin ba xelkê wan deran çê kir û got: “Li Efrînê hêviyek mezin ji me hebûn. Ji me re digotin tenê hatine we û mana we ji bo ji her tiştî girîngtir e. Digotin rast e problemên mene hene û jiyana me jiyaneke dijwar e, lê hebûna we ligel me ji van hemû tiştan mezintir e. Me jî weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî soz daye em dê her tim hewl bidin ligel wan bin. Ji bo me gelek girîng e em li Efrînê bimînin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bibîr xist ku wan ofîsa xwe li Efrînê vekirine û ew plan dikin ku demdirêj li Efrînê bimînin û got: “Eger çi problemên îdarî neyên pêşiya me, em dê li wê derê bin. Me ji aliyê fermî ve hemû hewlên xwe kirine. Ev ne tenê hêviyeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herwiha hêviyeke xelkê Efrînê û heta ku hêviyeke cenabê Serok Barzanî ye jî em li wê derê bimînin.”

“Pêngaveke dîrokî bû”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed bal kişand li ser girîngiya çûna wan bo herêma Efrînê û got: “Bi rastî ev çûna me ji bo pêngaveke dîrokî bû ku em gihîştin vê armanca xwe. Bi rastî di çûna karwana yekem de gelek pirsgirêk ji me re çêbûn. Tirsa xelkê wê derê jî çêbû ku careke din em nekarin alîkariyê bigihînin wê derê, lê bi dilxweşiyê ve em niha bûne pirek ku niha alîkariyên Neteweyên Yekbûyî jî digihêjin wê derê. Herwiha ya girîng jî ew e ku hemû saziyên navdewletî jî destxweşî li me kirin. Em ji saziyên Neteweyên Yekbûyî re bûne dêriyek ku ew jî herin wê derê. Ne bi rêya me lê em ji wan re bûn alîkar. Me niha plan danîne em xwe bigihînin gundan jî, lê ji bo vê yekê wext pêwîst e ji ber ku ne gelek hêsan e.”

Mûsa Ehmed herwiha eşkere kir ku wan plan heye ku di avakirina herêmên erdhejê de jî bibin alîkar û wiha domand:  “Erdhejê ziyanên gelek mezin gihandine xelkê, lê em jî weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku piştevaniya xwe ji xelkê xwe digirin dixwazin di avakirina herêmên erdhejê de jî beşdar bin.”

Derbarê rewşa wî derê de jî Ehmed got: “Mixabin rewşa li wê derê ne rewşeke baş e, ev ne tiştek veşartî ye. Jiyan bi rastî li wê derê gelek zehmet e, lewma ez daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê û dezgehên me yên Kurdî û saziyên navdewletî dikim ku alîkar bin. Em dixwazin xizmetên xwe roj bi roj li wê derê zêdetir bikin. Em dixwazin alîkariyên ji Ewropa tên bê ku bînin Hewlêrê bibin Efrînê”

Ehmed destnîşan ki ku hemahengiya wan ligel encûmenên Efrînê heye.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di heman demê de da zanîn ku dema ew çûnê wê derê wan dîtiye ku xelkê Efrînê şanaziyê bi nasnameya xwe dikin û got: “Yekem car e Kurd şanazî bi nasnameya xwe dikin. Berê nasnameya xwe Kurdbûnê vedişartin. Eger biryar di destê min de be ez dê mehek li vir mehek li Efrînê bim.”