Netewên Yekbûyî 9 barhilgirên alîkariyê şandin taxên Kurdan ên Helebê

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî 9 kamyon alîkariyên mirovî şande taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê.

Heyva Sor a Sûrî ew alîkarî derbasî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir, alîkarî ji çadir, betanî, doşek û cilûbergên zarokan pêk dihat.

Komîteya Hawarçûnê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand, wê ew alîkarî destpêka heftiya bê li ser qurbaniyên erdhejê were belavkirin.

Ji aliyekê din ve, Encûmena wan herdu taxan got, ku hîn 10 tankerên mazotê yên ku Rêveberiya Xweser şandine negihiştiye wan, Firqeya Çarem rê nade ew tanker derbas bibin.