Konsulê Almanya: Destûra taybet bi Herêma Kurdistanê pir sûdmend dibe

20-02-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Almanya li Herêma Kurdisytanê di çarçoveya dîbeytekê de ku li Navenda Lêkolînên Rûdawê hat sazkirin, got "Destûra taybet bi Herêma Kurdistanê pir sûdmend dibe û gelê kurd dike yek, derî jî bo çarekirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê vedike".

Roja şemiyê 19.02.2022 li Navenda Lêkolînên Rûdawê bi amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî li Iraq û Herêma Kurdistanê û çend siyasetvan û lêkolînvanan ji Rojavayê Kurdistanê û konsulên hin welatan li Herêma Kurdistanê dîbeytek li ser "Rola Neteweyên Yekbûyî (NY) di proseya destûra Sûriyê de û gelo pêkan e federalism deriyek be ji bo derketina ji krîza Sûriyê" hat lidarxistin.

Di serî de, Seroka Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî Dr. Eva Savelsberg gotarek pêşkêş kir û li ser destûra Sûriyê ragihand "Yek destûr ji bo hemî sûriyan hêsankariyê ji bo proseya aştiyê li Sûriyê dike ku projeyeke sûrî ye û ji aliyê Wezareta Derve ya Almanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve piştevaniya wê ya aborî tê kirin".

Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ji sala 2007an ve bi hin endamên dijberiya Sûriyê re dixebite û ji 2018an ve bi endamên komîteya destûra Sûriyê, sê yekê navîn ê dijberiyê û şanda dijberiyê li ser reşnivîsa destûrekê ji Sûriyê re kar dike.

Di vî alî de, şêwir bi Dr. Zurin Kayl û parêzera destûrî û seroka Peymangeha Federal a Zanîngeha Freiburg Profesor Eva Marya Bilsir re hatiye kirin.

Naveroka gotina Seroka Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî Dr. Eva Savelsberg

 

“Êvar baş.

Ez zaf kêfxweş im ku bi navê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî bixêrhatina we hemûyan dikim ku beşdarî vê helkeftê bûn. Bê guman ez dixwazim pêşwaziyeke taybet li Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê Klemens Semtner bikim ku ew jî li vir e.

Ev diyaloga li vê panelê di çarçoveya projeya me de tê sazkirin, yek destûr bo hemî sûriyan ku hêsankariyê ji bo proseya aştiyê li Sûriyê dike, ku projeyeke sûrî ye û ji aliyê Wezareta Derve ya Almanya û Yekîtiya Ewropayê ve piştgiriya wê ya diravî tê kirin.

Projeyeke ku demek e heye 2016 dest pê kir. Gava NY piştevaniya proseya aştiyê li Sûriyê kir û li Jinêvê dest pê kirin.

Hingê me bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê re li ser dîtina wan li ser siberoja Sûriyeyeke demokratîk kar kir. Pir cuda ji endamên nav dijerbiya Sûriyê, ENKS hilgira ramana Sûriyeyeke federal û herêmeke federal ji bo kurdan e.

Çunke ji wan re federalî xwedî wateyeke erênî ye û tê wateya xwerêveberî û serxwebûnê, bi wateya mafên mirovî, çandî û siyasî. Li milê din, federalî ji bo piraniya aliyên nav dijberiyê tê wateya cudaxwaziyeke kurdî.

Her du alî Herêma Kurdistanê wek mînak tînin. ENKSê Herêma Kurdistanê wek modeleke otonom tîne, lê li welatên ereb ên dijber Iraqê wek mînaka dewleteke neserkeftî tînin. Gotgota wê yekê dikin ku Iraqa federal di ti aliyekî de pergala federalî reng venedaye, wek parvekirina desthilatê yan di aliyê aştiya civakî de, wiha difikirin ku ajendaya veşartî li pişt federalîzmê dewleteke kurdî û federal yan cudaxwaziya kurdî ye.

Me ji 2016an ve dest bi projeya xwe kir û me di navbera 2017 û 2021ê de çend komxebat bi dijberiya Sûriyê re saz kir. Me qala çend sîsetmên federal li welatên din kir. Me bi Almanya û Swîsrayê dest pê kir û bi Hindistanê jî kuta nabe.

Hizir ew e, kîjan sîstem ji Sûriyê re kêrhatî dibe. Îro em ê du nimûneyên karê xwe di nava 6 salên borî de nîşan bidin.

Doktor Zuxin Kaik yek ji wan kesan e ku ji serî ve piştevaniya projeyê kir. Balê dikişîne ser mînaka Iraqê wek dewleteke federal, em ê paşê jî berçav bikin ka çima ne pêkan e ku em mînaka Iraqê li ser Sûriyê cîbicî bikin.

Paşê jî Profesor Emafaxya Beltz, ew jî yek e ji pisporên ku ji 2016an ve piştgiriya vê projeyê dikin, reşnivîseke destûrê li ser Sûriyê ji we re amade dike ku me bi dijberiya Sûriyê re amade kir. Me bi hemî endamên dijberiyê re amade kire. Di 2018an de jî me bi hin endamên komîteya nivîsîna destûra Sûriyê re li ser kar kir.

Reşnivîs destûreke federalî ye lê ji mînaka Iraqê pir cuda ye û baweriya me wisa ye mînakeke çêtir a pergala federalî ye ku em ji Sûriyê re pêşniyar dikin.

Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê: Ez destxweşiyê li dem û biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê nakim

Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê di gotarekê de li ser destûra Herêma Kurdistanê got "Destûra taybet bi Herêma Kurdistanê pir bimifa dibe û gelê kurd dike yek, derî jî bo çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê vedike". Derbarê biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jî ragihand ku ew destxweşiyê li dem û biryara dadgehê nake.

Naveroka axaftina Konsulê Giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê

 

“Mêvanên rêzdar ji parlamentoyê, hevalên delal ji Navenda Lêkolînên Rûdawê, dostên delal ji Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî. Xwişk û birayên ezîz, cihê kêfxweşiyê ye ji bo min, ji bo vê pêşwaziya germ zor spas.

Navnîşana vê konferanseê qala Sûriyeya cînara me dike. Hin hevalên me yên sûrî li vir in. Ez dixwazim bi rêzeke herî mezin pêşwaziya wan bikim. Lê heke her kesek bicoş be ka çima ev mijar pir têkildarî Iraqê ye, xasma Herêma Kurdistana Iraqê; divê em li biryara dawî ya Dadgeha Bilind li Bexdayê derbarê qanûna petrolê de binerin. Wek dîplomatkarekî biyanî ez destxweşiyê li ramana vê biryarê yan li dema vê biryarê nakim.

Ev biryar tenê vê yekê nîşan dide ku çiqasî lazim e em çareseriyê ji pirsên cihê kêşeyê re bibînin ku têkildarî hikûmeta federal, herêm û hikûmetan e.

Pêwîstiya Herêma Kurdistana Iraqê û şêniyên wê bi piştrastiyê heye li ser van pirsan ji bo ku bikarin siberojeke geş ava bikin. Ez tenê hêvîdar im ku hikûmeta Bexdayê çareyeke şênber ji van pirsan re bibîne.

Di vê çarçoveyê de, gotûbêja li ser bidawîanîna destûrekê ji bo Herêma Kurdistanê pir watedar e. Destûra Iraqê maf dide herêman ji bo ku destûra xwe ya taybet hebin. Ev nehatiye kutakirin. Destûreke herêmî dikare şêniyên kurd bike yek, hevdem dikare hin pirsgirêkên vekirî jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de rave bike.

Xwişk û birayên delal, ez pir kêfxweş im ku ez beşek ji vê helkeftê me, çunke çend sal in çavdêriya krîza Sûriyê dikim. Hevdem demek e jî çavdêriya karên Navenda Ewropî û pisporên wê dikim.

Wezareta me, Wezareta Derve ya Almanya piştevaniya van karên mezin dike, çunke ev dikare roleke watedar di gotûbêjkirina derbarê destûra Sûriyê bilîze. Bi têgihiştina min, hayê min ji ti projeyeke din nîne ku bi qasî vê projeyê pêşketin pêk anîbe di nîşandana reşnivîseke zelal ji destûrê re.

Em nizanin encamên Jinêvê çawa dibin. Ev eger encameke wan hebe. Bi rastî gelek siyasetvan û çalakvanên demokratxwaz beşdarî vê projeyê bûn. Dizanin ku destûr çawa serkeftî dibe, ev rastî bi tena serê xwe serkeftineke mezin e.

Vêga rûniştiyên Sûriyê dizanin ji çi mafî hatine bêparkirin. Şêniyên Sûriyê niha daxwazên xwe ji saziyên demokratîk dizanin. Dizanin jî çi pirsekê bikin gava mijar tê ser mafên takekes, kemîne û her wiha herêman.

Rêzdarno, daxuyaniyên ku guhê we ji amadebûyan lê dibe, ne nerîna hikûmeta Almanya, lê rengvedana nerînên wan kesan bi xwe ye. Em tenê dixwazin bi rêya berdestkirina amrazan hêsankariyê ji vê proseyê re bikin. Pêwîst e şêniyên Sûriyê bi xwe cabên herî baş ji van pirsan re bibînin.

Navenda Lêkolînên Rûdawê: Karên Encûmena Destûra Sûriyê piştî şeş gerên danûstandinan, encameke wiha berbiçav nedan dest

Mehmûd Baban ji Navenda Lêkolînên Rûdawê got "Em hemî dizanin ku karên Encûmena Destûra Sûriyê piştî şeş gerên danûstandinan, encameke wiha berbiçav nedan dest û ne pêkan bû destûreke nû ji gelê Sûriyê re tê de were berhemanîn. Lê hewl bi rêya şandiyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên hêzgirs di krîza Sûriyê de bi arasteyên cihê ji bo çarekirina krîza Sûriyê berdewam in.

Naveroka gotara Navenda Lêkolînên Rûdawê

 

“Em bixêrhatina mêvanan ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin, her wiha em bixêrhatina mêvanên Almanya û parçeyên din ên Kurdistanê dikin.

Bi rastî, ev duyem çalakiya hevbeş a Navenda Lêkolînên Rûdawê û Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî ye ku li vir li Hewlêrê li ser pirsa destûra Sûriyê tê sazkirin.

Em hemî dizanin ku karên Encûmena Destûra Sûriyê piştî şeş gerên danûstandinan, encameke wiha berbiçav nedan dest û ne pêkan bû destûreke nû ji gelê Sûriyê re tê de were berhemanîn. Lê hewl bi rêya şandiyê NY welatên hêzgirs di krîza Sûriyê de bi arasteyên cihê ji bo çarekirina krîza Sûriyê berdewam in.

Her wiha, yek ji pirsên giring ên îro yên Sûriyê ew e ku welatên bihêz dixwazin aramiyekê ji bo rewşa Sûriyê peyda bikin. Li vir pirsa giring ew e hewla saziyên navdewletî, xasma NY ji bo çarekirina krîza Sûriyê çi dibe, di demekê de ku ti dewletê yan aliyekî nikaribû bi tena serê xwe krîza Sûriyê bi şêweyê ku ew dixwaze yekalî bike.

Niha pirsa Sûriyê bi şêweyekê ye ku welatên erebî û welatên din qala asayîkirina têkiliyên xwe bi Beşar Esed re dikin. Li milekî din, rojevbûna destûreke nû ji bo Sûriyê derketiye holê ku ev bi hev re ji me re dibêjin ku divê amadekariyên baş ji bo guhertinên vê qonaxê û van mehên dawî ji aliyê kurdan ve werin kirin.

Pirsa pir giring ev e ku siberoja Sûriyê û pergala desthilatdariya wê çawa be? Gelo kopîkirina ezmûna Iraqê û pergala federalî ji bo Sûriyê be yan divê li modeleke din bigerin.

Bi rastî, pirsa kurd li Sûriyê û siberoja rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, mijareke gelekî giring e, ku em dixwazin îro di vê çalakiyê de were gengeşkirin û gotûbêj li ser were kirin.

Di dawî de, ez hêvîdar im ku gotûbêjên îro bibin sedema zelalkirina rola NY di proseya destûra nû ya Sûriyê de û vedîtina çareseriyekê û gengeşkirina federalîzmê wek rêyekê ji bo derketina ji krîza Sûriyê. Di serî de jî pirsa kurd û cih û pêgeha kurdan di destûra nû ya Sûriyê de û modela federalîzmê çawa dibe?

Bê guman Navenda Lêkolînên Rûdawê bi hevbeşên xwe re çalakî û lêkolînên din li ser vê mijarê û hemî mijarên girêdayî siberoja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lidar dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst