Kelûpelên Mehmet Tunç bo malbata wî hatin dayîn

20-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 6 salan kelûpelên Hevserokê Encûmena Gel a Navçeya Cizîrê Mehmet Tunç ku di sala 2015ê de ligel çend hevalên xwe di jêrzemînekê de bikom hatibûn kuştin bo malbata wî hatin radestkirin.

Di 79 rojên qedexeya derketina derve yên sala 2015ê de, li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 177 kes bi awayekî hovane di jêrzemînan de bikom hatin kuştin û şewitandin. Yek ji wan jî Hevserokê Encûmena Gel a Navçeya Cizîrê Mehmet Tunç bû ku di 14ê Kanûna 2015ê de ligel çend hevalên xwe di jêrzemînekê de hatibûn kuştin. Wê demê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê dest danîbûn ser beşek ji kelûpelên takekesî yên Tunç. 

Guler Tunç ku hevjîna birayê Mehmet Tunç, Orhan Tunç e û wî jî di qedexeyan de canê xwe ji dest daye, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyemak belav kiriye û dibêje kelûpelên Mehmet Tunç bo wan hatine dayîn.  

Guler Tunç di peyama xwe de nerazîbûn dijî aliyên peywendîdar nîşan daye û dibêje: “Piştî 6 salan komputer û kelûpelên Mehmet Tunç bo me hatin dayîn. Ma ev 6 sal in êşên ku we gihandine me ne bes in? Şandina cilên perçebûyî û şewitandî ya bo malbatan tê çi wateyê? Wek her car ji xeynî sivkatîkirina bi êşên Kurdan ne tiştekî din e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst