Li Şirnexê dîwar bi dîmenên çandî û dîrokî hatin xemilandin

20-02-2022
RÛDAW
Li Şirnexê xwendekaran dîwarê zanîngehê bi dîmenên çandî û dîrokî xemilandin
Li Şirnexê xwendekaran dîwarê zanîngehê bi dîmenên çandî û dîrokî xemilandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê xwendekarên Beşa Şêwekariyê dîwarê zanîngehê bi dîmenên çandî û dîrokî xemilandin. Mamosteyeke zanîngeha Şirnexê dibêje lîstikên folklorîk û hinek corên taybet ên bi vê deverê û nirxên çandî û dîrokî  li ser dîwar tên xêzkirin.

Xwendekarên Beşa Şêwekariyê li zanîngeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ligel mamosteyên xwe  biryar didin ku bi çalakiyekê dîwarê zanîngehê yê bi dirêjahiya 47 metreyan bi dîmenên derbarê çand û dîroka Şirnexê de  bixemlînin. Xwendekaran di çarçoveya çalakiya xwe de çendîn wêne û neqşên  çandî û dîrokî yên navçeyê li ser dîwarê zanîgehê xêzkirine.

Mamoste Ayşe Selcen dibêje: “Me di vê xebata  xwe ya ligel xwendekarên pola duyem de nirxên çandî ên Şirnexê,  lîstikên  folklorîk û hinek corên taybet ên bi vê deverê û nirxên çandî û dîrokî xêzkirin.”

Di vê çalakiyê de  15 xwendekar beşdar in. Xwendekar xêzkirina wêneyan a li ser dîwaran ji bo pêşketina xwe weke derfetekê dibînin û ji çalakiyê kêfxweş in.

Xwendekarê Beşa Şêwekariyê Mizgîn Çelîk jî got: “Projeyeke mamosteyê me yê Alî ya li ser wêneyên dîwaran hebû. Me jî di wê projeyê de alîkarî kir. Hem ji bo pêşketina xwe hem jî ji bo ku baweriya me zêde bibe me jî di projeyê de cih girt. Me hewil da çanda Şirnexê xêz bikin.”

Mamoste jî didin zanîn ku ev çalakî dê di perwerdeyê de bo xwendekarên beşa Şêwekariyê bi sûd e û baweriya wan zêdetir dike. Herwiha tekez dikin xwendekar dê bi vê çalakiyê çand û dîroka navîçeyê baştir nas bikin.

Mamosteyê Îranî Dr. Alîgholî Mardanî jî got: “Armanca me ew e ku xwendekar fêrî vî karî bibin û di siberojê de li ser vî karî berdewam bin. Xêzkirina dîwaran wêrekiyê dide xwendekaran. Ev ji xêzkirina asayî gelek cuda ye. Xwendekar li vir wê wêrekiyê dibîne. Bi reng û neqşên ku xêz dike di  perwerdê de çi fêr bûbe wê bi rehendeke mezin nîşan dide.”

Xwendekarên zanînegeha Şirnexê di çalakiya xwe de wêneyên Medreseya Sor a Dîrokî, wêneyên karkerên ku di kana komir de kar dikin,  wêneyên folklorîk û çendîn wêneyên din li ser dîwarê zanîngehê xêz kirine. Armanca wan ew e ku vê çalakiya xwe berfirehtir bikin û dîwarên kolan û taxên Şirnexê  jî bi firçeyên xwe bixemlînin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst