Îbrahîm Biro: Em bo gera 7emîn a Cenevê hatine vexwendin

20-02-2022
RÛDAW
Îbrahîm Biro
Îbrahîm Biro
Nîşan Îbrahîm Biro ENKS Cenev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Danûstandinan ya Opzosiyona Sûriyê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, ku ew ji bo gera 7emîn ya Cenevê hatine vexwendin lê wan biryar nedane ku beşdar bibin an na. Herwiha Biro da zanîn ku wan li ser xalên rewşa Kurdan lihev nekirine.

Endamê Desteya Danûstandinan ya Opzosiyona Sûriyê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re axivî û got ne rejîn ne jî aliyê opozîsyonê briyara xwe ya dawîn nedane ku beşdarî civînên Cenevê bibin.

Îbrahîm Biro dibêje “Destûr beşek ji karên li pêşîya me ye. hin kar hene ew hatine rawestandin. Li aliyê destûrê jî 6 ger çêbûne, yi berhemên wê tunene. Nûnerên navdewletî piştî ku bi şanda me û rejîme rê li Dîmeşqê rûnişt, niha daxwaz dike ku di nîbê heyva 3 de gera heftan çêbibe. Lê tiştê ku şanî me dane tiştekî nûtir ji gera şeşan tuneye, heman tiştên gera şeşan e. Dubare dixwaze di gera heftemîn de detpê bike. baweriya me nayê ku di vê demê de rejîma Sûriyê xwe bide ber tiştekî nivîsandî. Piştî 4 rojan danûstendin çêbibe, divê roja 5an tiştek bê nivîsandin.”

Herwiha Biro got jî “Heta niha her du aliyan jî, ne rejîm û ne jî aliyê opozîsyonê bersiva xwe ya dawîn nedane ku di heyva 3an de di geran heftan de amade bin. Em di nav xwe de gotûbêj dikin. Ji aliyekî din ve di nav aliyê opozîsyonê de em heft pêkhate ne, Encumena Niştimaniya Kurdî beşek ji wan heftan e. Heta niha gelek xalên ku em li serê danûstendinê dikin me li hev kirine hene, lê hinek xalên taybetmendiya wê bi rewşa Kurdî re hene, heta niha me tiştekî nivîsandî li ser wê lihev nekiriye.”

Civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê

Heta niha 6 gerên civîna komîteya Destûra Sûriyê çêbûne. Piştî 5 gerên Komîteya Destûra Sûriyê û rawestana 9 mehan ji danûstandin û hevdîtinan, 22/10/2021, gera şeşem ji civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê, hate lidarxistin, lê li gorî ragihandina şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen, ew ger bê encam bidawî bû û got ew bê hêvî maye.

Di gera şeşem de, yekem car bû ku serokên herdu şandên hikûmetê û opozsiyonê li ser yek maseyê rûniştin û şanderê navdewletî ev gav tiştekî baş dît.

Yekem car bû jî ku şanda hikûmetê behsa destûrê û prensîpên destûrî kir. Lê piştî serdana xwe ji bo Şamê, Pedersen ragihand ku dibe ku di Adara bê de, gera 7 em bê lidarxistin.

- Berî gera 6 em jî, bi serperiştiya şanderê navdewletî, li ser 4 pakêtan kar hate kirin, ku sala 2017an hatibûne danîn, ev pakêt bûn:

- Mercên giştî yên hukimdariyê

- Veguhestina siyasî

- Destûr

- Hilbijartin û berengarbûna terorê bûn.

Di gera 6 de şanda hikûmeta Sûriyê prensîpeke girêdayî serweriya Sûriyê û yekîtiya xaka wê û xweseriya wê pêşkêş kir.

Şanda opozsiyonê jî prensîpek girêdayî Artêşê û Hêzên Çekdar û Hêzên Ewlehiyê û Îstixbaratan pêşkêş kir.

Nûnerên şanda Civaka Sivîl jî, prensîpa serweriya yasayê, mijara terorê û tundrewiyê pêşkêş kirin.

Lê Geir Pedersen ragihand ku ew derbarê her 4 prensîpên destûrî de negihiştin tu lihevkirinekê.

Serokê Şanda Opozsiyonê Hadî El Behre jî, tekezî li ser çareseriya siyasî kir, bi rêya cîbicîkirina biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî 2254.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst