Li Efrînê îstixbarata Tirkiyê Rêveberê Karûbarên Olî desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên serbazî yên opozisyona Sûriyê Rêveberê Karûbarên Olî desteser kirin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja 17ê Sibatê, îstixbarata Tirkiyê û polîsên serbazî yên opozisyona Sûriyê Rêveberê Karûbarên Olî Şêx Yûsif Ebdulezîz desteser kirine.

Şêxo da zanîn ku Şêx Yûsif Ebdulezîz li gundê Sêmalka ya ser bi nahiyeya Mabata ya Efrînê hatiye girtin.

Çalakvanê Efrînî herwiha diyar kir ku Ebdulezîz kurxalê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê, Seîd Silêman e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkirinên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.