Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê bi pêşengiya sazî û dezgehên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê şahiyeke mezin hate lidarxistin. Di şahiyê de bang li siyasetmedarên kurd hate kirin siyaseta xwe bi temamî bi kurdî bikin.
Saziyên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek siyasetmedar, nivîskar û malbatên kurd li hev civiyan û ev roj pîroz kirin.
Di şahiyê de nivîskar û dildarên kurdî bang li siyaseta Bakur kir û xwest siyasetê bi temamî bi kurdî bikin.
Nivîskar Hemîd Dilbihar got: “Bang û gazî li hemû siyasetmedaran; li her qadê, li her kolanê êdî zimanê kurdî biaxivin. Divê her malek bibe dibistana kurdî. Em bi vê munasebetê careke din soz didin rondikên wê dayikê; bila soz be ji bo bisk û keziyên dapîrên me me ji bo azadiya kurd û Kurdistanê gelek şehîd dan, lê em ê nehêlin zimanê kurdî şehîd bikeve. Em nahêlin zimanê kurdî şehîd bikeve.”
Kesên ku beşdarî şahiya ziman bûn jî xwestin ne tenê rojek her roj bibe roja zimanê kurdî û di hemû qadên jiyanê de kurdî serdest bikin.
Dildara zimanê Kurdî Mîne Karakaş jî got: “Ji îro û pê de her kes, her kurd dê xwe peywirdar bibîne û di mala xwe de li kuçeyan, li kolanan, esnf be, karker be li cihê karê xwe bi kurdî biaxive, bi kurdî binivisîne û bi kurdî bijî.”
Mamoste Salih jî got: “Dema ku navê Kurdî li zarokên xwe bikî ji kerema xwe re bi kurdî pê re biaxive, bi Kurdî pê re bijî û jiyana Kurdî bi wan bide fêmkirin. Ji bo ku ew zarok bikaribe bi zimanê xwe mezin bibe û kesayeteke xurt bide avakirin.”
Di şahiya ziman de lîstikên şanoyê jî hatin lîstin. Naveroka şanoyê li ser nefşên nû yên ku bi tirkî mezin dibin pêk hat. Paşê ji bo xwendekarên ku çûne kursa zimanê kurdî û bi ser ketine belgenameyên serkeftinê hatin belavkirin.
Hevseroka Med-Derê Şîlan Elmas Kan jî dibêje: “Hedefa me li gorî daxwazê ye. Em dixwazin bi hezaran bi milyonan kurd serî li me bide. Mamosteyên me jî hene. Em jî ji bo vî karî amade ne. Şagirt çiqas xwedî lê derkevin em ê bikaribin ewqas şagirtan mezûn bikin.”
Şahî li ber stranên bi kurdî bi girtina govendê bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse