Li Erdexanê zembelîlk gehiştin 2 metreyan

20-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê piştî barîna berfê û hatina sir û sermayeke zêde dirêjbûna zembelîlkên ji ser banan hatine xwarê gehişte 2 metreyan. Piştî barîna berfê, Erdexan bi rengê spî xemilî ye û zembelîlk ber bi xwarê ve dirêj bûne.

Li parêzgehê ku pileya germê daketiye 18 pile jêr sifrê, ji ser banên gelek xanî û avahiyan zembelîlk ber bi xwar ve direj bûne. Li Erdexanê ku îsal zivistana herî germ bû, niha berfeke baş lê bariya ye û sir û sermayê destpê kiriye.

Gelek cihan qeşa girtiye û zembelîlkên ji ser banan ber bi xwar de dirêj bûne dîmenên xweşik derxistine holê, lê li aliyê din jî metirsîdar in eger ji nişka ve bikevin. Li bajêr depoyên otomobîlên beşek welatiyan buz girtine û ev yek jî bûye pirsgirêk.

Welatî dibêjin herçiqas li bajêr dereng berf bariya be jî lê dîsan berjêrbûna zembelîlkan dîmenekî ciwan dane bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst