ENKSê xwestiye Aldar Xelîl dawaza lêborînê bike

20-02-2021
HUSÊN OMAR
Ji bo destpêkirina danûstandinan ENKSê mercê lêbûrînê daniye
Ji bo destpêkirina danûstandinan ENKSê mercê lêbûrînê daniye
Nîşan Diyaloga Kurdî-Kurdî ENKS PYNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîzeke din di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) de destpê kiriye. Niha ENKS dibêje, divê PYNK ji ber gotinên Endamê Encumena Serokatiya PYD Aldar Xelîl di derbarê Pêşmergeyên Roj de lêborînê bixwaze.

Diyaloga di navbera herdu aliyên Kurd, ENKS û PYNK rawestiyaye. Piştî civînên herdu aliyan li gel nûnerên Amerîka, di destpêka meha Sibatê de, dihat pêşbînîkirin ku hefteya borî xuleke nû ya danûstandinan dest pê bike, lê heta niha tu hevdîtin di navbera herdu aliyan de nehatine encamdan û tu soz jî ji bo civînan nehatine destnîşankirin.

Endamekî Emîndariya Giştî ya ENKS dibêje, daxuyaniyên ku ji aliyê PYNK di derheqê ENKS bûne asteng li pêş destpêkirina qonaxa nû ya danûstandinan.

Ji Şepêla Pêşeroj Fadî Merî dibêje: “Em dikarin bibêjin qonaxa yekemîn a Diyaloga Kurdî-Kurdî biserkeftî bû û hêviyek li ba xelkê me çêkir.”

Endamekî şandeya partiyên PYNK bang li ENKS dike ku tu astengiyan nexin pê diyalogê.

Endamê Şandeya PYNKê Salih Gedo got: “Banga ji hevalên me yên ENKSê re heye lixwe vegerin û ti keleman nedanin li ber yekrêziya lêvegera siyasî ya Kurdî. Ev diyaloga çêdibe xwesteka gelê me ye.”

Şîrovekarê siyasî yê Kurd Dr. Zara Salih, dibêje eger aliyên Kurd li hev nekin, di kirîza Sûriyê de ew ê destvala derkevin.

Tevî ku herdu aliyan li ser nêrîna siyasî û damezirandina desteya siyasî ya hevbeş li hev kirine, lê ew lihevkirin mercdar in bi temamkirina rêkeftinan, eger na rêkeftinên berî jî tên hilweşandin.

Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), bi destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dest bi danûstandinan kiribûn.

Li ser daxwaza Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.

Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst