Gola Bendava Dilimli ya Geverê qeşa girt

20-02-2020
RÛDAW
Li Colemêrg û derdora wê ku nêzîkî mehekê ye berf dibare
Li Colemêrg û derdora wê ku nêzîkî mehekê ye berf dibare
Nîşan Colemêrg Bendav Berf Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ku pileya germayê daketiye 15 pile bin sifrê, Gola ‎Bendava Dilimli ya li bajarokê Geverê qeşa girt.‎

Li Colemêrg û derdora wê ku nêzîkî mehekê ye berf dibare, rêyên bi dehan gund û mezrayan hatine girtin. Keş û hewaya sar li navçeyê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li Geverê pileya germayê daketiye 15 pile jêr sifrê û Gola Bendava Dilimli ku 10 kîlometre dûrî navenda Geverê ye bi tevahî qeşa girt. Qalinbûna qeşaya golê gehiştiye 20 santîmetreyan.

Li parêzgeha Colemêrgê û qezaya wê Geverê ji ber berfa zêde û rewşa xirab a keş û hewayê 1 roj navber bo xwendinê hatiye dayîn û karmendên dewletê yên astengdar û ducanî jî dê behnvedanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst