Cotkarên Amedê ji bilindbûna buhayê gubre û dermanan dilgiran in

22-02-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Buhayê gubre û dermanan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek bilind bûye.
Buhayê gubre û dermanan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek bilind bûye.
Nîşan Amed Cotkar Gubre Derman Buhabû
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi nêzbûna demsala buharê cotkarên Bakurê Kurdistanê niha dest bi karê gubre û dermankirina zeviyên xwe kirine, lê nirxên gubre û dermanên çandiniyê li gor sala bihorî bi rêjeya % 140 û % 300 zêde bûne, cotkarên Amedê daxwaz ji dewletê dikin ku maliyetên gubre û dermanên wan ji aliyê dewletê ve were tenzîmkirin.

 

Her çend barîna barana zêde û rewşa keşûhewaya îsal cotkaran hêvîdar bike jî, ew ji ber bilindbûna nirxên gubre û dermanên kiştukaliyê ji kar û xisara xwe ya îsal nîgeran in; ji ber ku îsal buhayê gubreyê % 140 û yê dermanana % 300 zêde bûye.

 

Cotkarên Amedê daxwaz ji dewletê dikin ku dewletê çawa ji bo sewzeyan dest bi firotinên tenzîmî kiriye wisa tenzîma gubre û dermanên kiştukalliyê jî bike.

 

Ehemed Candan yek ji wan cotkaran e û dibêje: "Min li vê derê garis ajotiye û 156 hezar lîre pere ji min re hatiye; lê mesrefa min 160 hezar lîre çûye; ango min 4 hezar lîre ji bêrîka xwe daye."

 

Haşim Aslanoglû jî daxwaza xwe ji hikûmeta Tirkiyê wiha tîne ziman: "Em ji dewletê daxwaz dikin ku çawa ji bo bacan û bîberan firotina tenzîm kir, bila ji bo me cotkaran jî pergaleke bi wê rengê saz bike; nexwe em nikarin ji bin vî barê derkevin."

 

Cotkarên Amedê ne tenê ji berzbûna nirxên tov, gubre û dermanên kiştukaliyê îsal di xisararetê da ne; herwisa nirxê % 46 bilindkirina nirxê elektrîkê jî li ser wan bar û pişti ye.

 

Yekîtî û Jûrên Kiştukaliyê jî hewl didin ku gilî û gazincên cotkaran bi saziyên têkildar re çareser bikin; Serokê Jûra Kiştukaliyê yê Sûra Amedê, Mehmed Demîr jî îddia dike ku eger alîkariya dewletê ji bo cotkran neyê kirin dê heta 2 salan hemû zeviyên Amedê beyar bimînin.

 

Mehmed Demîr dibêje: "Cotkariya welatê me di metirsiyeke mezin da ye, heke bi vê awayê berdewam bike wê êdî kesek cotkarî neke, hemû cotkarên me çaverê ne ku dewlet firotina tenzîmê ji bo gubre, mazot û dermanên çandiniyê jî bike; niha dem dema wê ye, heke bi derenegî bikeve wê faydeyek nede cotkaran."

 

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu gotibû ku dê di demeke nêz de ji bo gubre û dermanên kiştukaliyê jî ew dê wek hikûmeta AK Partiyê dest bi firotina tenzîmê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst