16 kes ji ber bûyera Şêladizê hêj di girtîgehê de ne

Duhok (Rûdaw) – Nêzîkî mehekê di ser bûyera Şêladizê re derbas bû, ku êriş bi ser binkeya artêşa Tirkiyê de hat kirin. Hêj 16 kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûbûn, di girtîgehê de ne. Asayişa Giştî ya Duhokê dibêje ku ew kes bi biryara dadger hatine desteserkirin û li gor yasayê li gel wan serederî tê kirin. Parêzekî xwebexş jî dibêje, ew kesên ku alîgirên YNK û Goranê ne û piştî xwepêşandanê hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

 

Roja 24/01/2019an ji ber bombebaranên firokeyên şer ên Tirkiyê li nahiyeyên Şêladizê û Dêrelûkê pênc welatî bûbûn qurbanî. Du roj piştî wê bûyerê, ji bo şermezarkirina bombebaranên firokeyên Tirkiyê, nêzîkî 2 hezar welatiyên wê deverê li navenda nahiyeya Şêladizê xwepêşandan li dar xistin. Piştî bidawîbûna xwepêşandanê, beşek ji wan xwepêşanderan ber bi serbazgeheke Tirkiyê ya li komelgeha Sêriyê (sê kîlometre li rojhilatê Şêladizê) bi rê ketin, piştre baregeha serbazî ya Tirkiyê hat şewitandin, di bûyerên wê rojê de zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da û 15 xwepêşander jî birîndar bûn.

 

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Duhokê 60 kes desteser kirin ku beşek ji wan çalakvanên sivîl bûn, piştre hejmarek ji wan hatin berdan, lê ji wan 16 kes hêj di girtîgeha Duhokê de desteserkirî ne.

 

Piştî desteserkirina wan 60 kesan, 13 parêzerên xwebexş amadebûna xwe ji bo berevaniya desteserkiriyan nîşan dan.

 

Serperiştyarê parêzerên xwebexş Xetab Umer ji Rûdawê re ragihand: “Kesên hatine desteserkirin endamên hemû aliyên siyasî têde  hebûn, herwiha xelkê bêalî jî di nav wan de hebûn, beşek ji wan ti sûceke wan tine ye, em ji asayişê belge dixwazin û ti belgeyên wan tine ne, ku beşdariya wan a êrişkirina ser baregeha artêşa Tirkiyê nîşan bidin, em nizanin ji ber çi hatine desteserkirin.”

 

Parêzerê xwebexş Xetab Umer zanyariyên bi hûrgilî li ser hejmara girtî û azadkiriyan dide û dibêje: “Destpêkê zêdetirî 60 kes hatin desteserkirin, lê beşek ji wan endam û alîgirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bû, ji ber mijara rêkeftina pêkanîna hikûmetê hatin azadkirin. Duh jî sê kesên din hatin berdan, lê hêj 16 kes di girtîgehê de ne.”

 

Xetab Umer got: “Hinek kes ku bi tohmeta beşdariya xwepêşandanê hatine desteserkirin, beşdarî xwepêşandanê jî nebûne, heta hinek hene ku pêşmerge ye û kadroya PDKê ye, hêj di zindanê de ye. Bi kurtî kesên ku bê xwedî ne hêj di zindanê de, kesên ku piştevanên wan hene, weke nimûne YNK û Goran, hatin azad kirin.”

 

Rêveberê Giştî yê Asayişa Duhokê Bijar Reşîd ji Rûdawê re diyar kir: “Kesên ku hatine desteserkirin hemûyan dixwest aramiya parêzgeha Duhokê û Kurdistanê têk bibin. Her kes û aliyek destûra wan a xwepêşandanê hebe û bi aramî xwepêşandanê bikin, em rêgirî lê nakin û me rêgirî jî nekiriye. Lê çend kes hene li Duhokê ku hejmara wan ji tiliyên destekî derbas nakin, li her cihekî ku giliyek hebe, kombûnek hebe, xwe dikin xwediyê kombûnê. Destên ji derve li pişta wan kesan e û wan dixwest aramiya Duhokê têk bibin.”

 

Derbarê azadkirina alîgirên YNK û Goranê û hiştina alîgirên partiyên din û kesên bêalî di zindanê de, Rêveberê Giştî yê Asayişa Duhokê Bijar Reşîd dibêje: “Ew bi biryara dadger hatine desteserkirin û li gor yasayan serederî bi wan re tê kirin. Azadkirin û mana wan a li zindanê bi biryara dadger e û ti peywendiya wan bi Asayişê re ti ne ye.”

 

Hinek medyayan, bi taybetî medyayên nêzîkî PKKê belav kirine ku îşkence bi wan xwepêşanderan hatiye kirin, lê parlementerek ku li ser vê dozê lêkolîn kiriye, dibêje ku kes nehatiye îşkencekirin.

 

Endamê Parlementoya Kurdistanê yê ji Fraksiyona PDKê Bijar Koçer ji Rûdawê re ragihand: “Me li ser vê dozê lêkolîn kiriye, ti kes nehatiye îşkencekirin, em berevaniya wan kesan jî dikin ku hatine desteserkirin.”