Mesrûr Barzanî û fermandarê hêzên hevpeymanan şerê DAIŞê gotûbêj kirin

20-02-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Hevpeymaniya Navdewletî Kurdistan Iraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê şerê DAIŞê gotûbêj kirin.

 

Îro çarşemê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê General Paul LaCamera û şandeke pê re kir.

 

Li gor daxuyaniya Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa pêşhat û guhertinên li deverê û pêşxistina zêdetir ya mekanîzma hevahengiya navbera hêzên têkildar û şerê dijî terorîzmê hate kirin.

 

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekezkirina li ser girîngiya hevkariya zêdetir ya hêzên Pêşmerge bo şerê dijî teror û metirsiyên terorê, behsa zêdebûna liv û tevgerên terorîstan li çend parêzgehên Iraqê kir û ragihand ku eger sedemên terorê bi awayekî bingehîn li deverê neyên çareserkirin, dê derfet ji bo dubare serhildana tundûtîjî bi nav û nasnavên din berdewam be.

 

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê Paul LaCamera, diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser hevkarîkirin û perwerdekirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî berdewam dibin û ji bo parastina deverê jî hevbeşî û hevahengî li gel hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê pêdiviyeke girîng e.

 

Di beşeke din a civînê de behsa pêşhat û rewşa Sûriyê, bi taybetî deverên rojhilatê Firatê hate kirin û li ser vê yekê jî Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember eger û pêşhatên wan deveran diyar kir û tekez li ser diyalog û çareseriya siyasî bo rewşa han kir û got ku divê di nava danûstanan de maf û ewlekariya gelê Kurd li Sûriyê werin garantîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst