Riyên Hewlêrê ligel Kerkûk, Mexmûr û Şingalê hê jî girtî ne

20-02-2018
RÛDAW
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Hewlêr Kerkûk Şingal Duhok Heşda Şeibî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî êrîşa artêşa Iraq û Heşda Şeibî ya li ser Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, hin riyên sereke yên Kerkûk, Mexmûr û Şingalê girtîne û hemwelatî di hatinçûnê de rastê astengiyan tên.

 

Ev 4 meh in riya Hewlêr û Kerkûkê, Hewlêr û Mexmûrê û herwiha riyê di navbera Duhok û Şingalê de girtîne. Hemwelatî ji vê rewşê bi gazinc in û diyar dikin, ku ev yek astengiye ji bo wan.

 

ji bo ji Hewlêrê biçin Kerkûkê, hemwelatî yan riya Teqteqê yan jî riya Silêmaniyê bikar bînin. Ji ber vê yekê riya bi demjimêrekî dibe 3 demjimêr.

 

Herwiha hemwelatiyên Mexmûrê jî di riyake bi ax û çiyayî de xwe digihînin Hewlêrê.

 

Serokê Franksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Kenan Xeylanî ji Rûdawê re ragihand: “Vekirina riyan xizmeta hemwelatiyên herdu bajaran dike. Ji bo vekirina riyan pirsgirêk ne li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê lê li Kerkûkê ye.”

 

Xeylanî da zanîn, ku Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo vekirina van riyan dest bi hewldanan kiriye û herwiha ji civata wezîrên Herêma Kurdistanê jî dixwaz kiriye, ku di vî warî de karên pêwîst bike.

 

Ji aliyekê din ve piştî ku hêzên pêşmerge ji Şingalê vekişiyan, riya sereke ya di navbera Şingal û Duhokê jî hate girtin.

 

Serokê Komîsyona Asayîş û Navxwe ya Encûmena Parêzgeha Duhokê Îdrîs Herkî ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo vekirina riya di navbera Duhok û Şingalê û herwiha Duhok û Mûsilê çend caran li gel berpirsên hikûmetê axivîne lê heta niha jî ti encamek bidest nexistine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst