Li Qamişlo saziyên civaka sivîl dest bi çandina daran kirine

20-02-2017
RÛDAW
Qamişlo
Qamişlo
Nîşan Qamişlo Dar Çandin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamşilo hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl bi kampanya çandina daran li ser rêyên Qamişlo rabûn.

 

Li bajarê Qamşilo, çend rêxistinên civaka sivîl bi helmeteke çandina daran li ser rêyên Qamişlo rabûn. Yek ji serpereştên vê çalakiyê dibêjê ku rêxistin û kesên di vê helmetê de bi rengekî xwebexş başdar bûne.

 

Zêdetirî 18 rêxistinên civaka sivîl başdarî helmeta çadnina daran bûn. Beşdarên helmetê  daxwazê li xelkê Qamişlo dikin ku guh bidin darên ku hatine çandin ta ku ziyan li wan nebe û hişk nebin.

 

Keç û xortên xwebexş li gel xelkê navçeyê bi hejmareke mezin başdarî çandina daran bûn.

 

Beşdarên vê çalakiyê dibêjin ku ziyana dûmana jeneratorên elektirîkê li jîngeha bajêr dike, lewma çandina daran pirr girîng e da ku ev ziyan werin kêmkirin.

 

Di sala 2012an de, ji ber ku mazot û Elketrîk peyda nedibû. Beşeke xelkê dar û berên nav bajaran birrîn da ku wan weke êzing ji bo germkirinê bikar bînin. Di encamê de, ziyaneke mezin gihaştibû keskahiya nav bajarên Rojavayê Kurdistanê.

 

Ev destpêşxeriyên çandina daran ji aliyê saziyên civaka sivîl ve hinekî keskahiya bajaran li wan vedigerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst