Barzanî: Ti pêşketin di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de çê nebûne

20-02-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Amerîka Nêçîrvan Barzanî Bob Corker Iraq Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtineke ligel senatorê amerîkî Bob Corker de ragihand, ji bilî warê serbazî, ti pêşketin di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de çê nebûye.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro duşemî 20ê Sibata 2017ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li senator amerîjî Bob Corker ku Serokê Komîteya Têkeliyên Derve ya li Senat a Amerîkayê ye, û şandeke dîplomatîk û serbazî ya pê re kir û bi wan re hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bob Corker kêfxweşiya xwe li hember qehremaniya xelk û hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê bo parastina deverê ji êriş û gefên terorê û hewandina hejmareke zêde ya aware û koçberên destê terorê nîşan da, û tekez kir, ku ew yek cihê rêz û pêzanîna civaka navdewletî ye.

 

Bob Corker hemahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona Mûsilê de bilind nirxandin û bi pêwîst da zanîn, ku di warên din de jî ew hemahengî hebe û Herêma Kurdistanê rola xwe di aştiya seranserî ya li Iraqê de bibîne.

 

Corker herwiha piştgiriya Amerîkayê bo çaresekirina hemû pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

 

Corker herwiha tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de spasiya piştgirî û alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê bi giştî û bi taybetî jî alîkariyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û da xuyakirin, ku wan piştgiriyan û alîkariyan roleke mezin di têkşikandina êrîş û gefên terorîstên DAIŞ de hebûne.

 

Serokwezîr Barzanî behsa qurbaniyên xelk, hikûmet û pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û pêşwazî û hewandina koçber û penaberan jî kir û diyar kir, ku krîza aborî barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girantir kiriye.

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Barzanî ji şandeya mêvan re got ku di warê leşkerî de hevahengiyek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, lê di warên din de ti pêşkevtin çê nebûne.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdisanê amade ye hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinan bi Bexdayê re çareser bike.

 

Serokwezîrê Kurdistanê got ku xelkê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên din ên Iraqê mafê wan heye ji paşeroja xwe dilrehet û piştrast bin û ji bona vê yekê jî pêwîst e, hevdem ligel operasyonên leşkerî, planeke aştiya niştimanî hebe ku heta niha li Bexdayê behsa vê pirsê nehatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst