Televîzyona Hollandî: Rûdaw TV can dide bûyeran!

20-02-2016
RÛDAW
Telegraaf TV
Telegraaf TV
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Televîzyoneke Hollanda pesnê Rûdaw TV dide û dibêje, Rûdaw bi girafîkê can dide bûyeran!

 

Televîzyona Hollandî ya bi navê Telegraaf TV, raporek li ser Rûdaw TV bi taybet bultena saaet 20:00 a Rûdawê, ku her şev ji aliyê Şamo Emîn ve tê pêşkêşkirin, belav kiriye.

 

Di rapora wê televîzyona Hollandî de hatiye gotin ku ev çend sal in li Iraqê şer heye ji be wê jî divê televîzyonek bikaribe bûyeran bi awayekî balkêş û cuda ji temaşevanên xwe re pêşkêş bike. Rûdaw TV yek ji wan televîzyonan e.

 

Telegraaf TV wiha behsa Rûdaw TV dike: Televîzyoneke kurdî ye ku bi awayekî pir cuda bûyeran pêşkêş dike û bi girafîkê, can dide bûyeran!

 

Di rapora wê televîzyona biyanî de, yek ji girafîkên Rûdawê yên li ser şerê DAIŞê û Pêşmerge tê nîşandan û wiha tê gotin: Dîmen ewqasî balkêş in ku çavê pêşkêşkar zil dimîne!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst