PAKê bidarvekirina Saman Nesîm şermezar kir

20-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) îdamkirina girtiyê kurd Saman Nesîm ji aliyê Îranê ve şermezar kir û ragihand, divê Îran hesabê vê yekê bide.

PAKê li ser îdamkirina girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm ji aliyê rêjîma Îranê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bidarvekirina Saman Nesîm bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin ku ev bûyer şerma hemû mirovahiyê ye.

PAKê bang li saziyên navdewletî, Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir li dijî rêjîma Îranê helwestek tûj nîşan bidin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku kuştin û îdamkirin nikare pêşiya azadiya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bigire û Îran dê hesabê vê yekê bide.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst