Sêrt (Rûdaw)- Okestraya Heskîfê ya Şaredariya Êlihê ku bi boneya parastina xweza û warên dîrokî ji Amedê derket rê, li Sêrtê konsert da.
Li gor nûçeya DÎHAyê, orkestra Heskîfê ya Netewî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatiye avakirin, bi boneya rê li pêş wêrankirina xwezayê bigire û hişmendiya parastina xwezayê pêş bixe piştî konserta li Êlihê li Sêrtê jî konserta vekirî da.
Bi hezaran kes beşdarî konserta ku li zanîngeha Sêrtê pêk hat bûn. Dîsa namzetên hevşaredaran ên Sêrtê Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemir jî tevlî konsertê bûn.
li qada konsertê pankarta “Welat dengê orkestra me himbêz dike” û “Bi dengê okerstarya Heskîfê dê dengê Mezopotamya wenda nebe” hat vekirin.
Bi hezaran kesên beşdarî konsertê bûn têra dilê xwe reqisîn û govend gerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse