Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser bangî gelên Sûriyeyê û civaka navneteweyî kir û got ku êrişênTirkiyeyê û komên nêzikî wê rawestînin û bila hêzeke navneteweyî derbasî Bendava Tişrînê bibe.
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.
Herî dawî pêr di encama êrişekê de 6 kesan canê xwe ji dest dabû ku şanoger û lîstikvan Bavê Teyar jî di nav wan de bû.
Her wiha di vê êrişê de 15 kes jî birîndar bûbûn.
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê piştî van êriş û rûdanan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û xwest ku hêzeke navneteweyî derbasî Bendava Tişrînê bibe.
Di Daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin:
“Wekî hûn dizanin piştî hilweşîna pergala rejîma Beasê li Sûriyayê pêvajoyeke nû dest pê kir, ev pêvajo jî ji encama 14 salan ji berxwedana gelê Sûriyeyê bû.
Di van 14 salên borî de gelên Sûriyeyê di zor û zahetiyên pir biêş û azaran re derbas bûn.
Ji koçberiya bi darê zorê bigire heya xerabiya rewşa aborî û herî dawî dagirkeriya dewleta dagirker a Tirkiyeyê.
Bi hilweşîna pergala Beasê gelên Sûriyeyê li beramberî çerxerêyekê ne, di vê çerxerêyê de pir rêyên cuda hene.
Di vê pêvajoyê de gelên Sûriyeyê bi hev re û bi yek destî dikarin Sûriyeyekê nû û demokrat ava bikin.
Hêzên siyasî, partî, rêxistin û tevgerên siyasî û civakî bi nîqaş û danûstandinên navxweyî dikarin destûreke hêja û wekî pirrengiya gelên Sûriyeyê saz bikin."
Rêveberiya Xweser her wiha da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve aloziya li Sûriyeyê geş dike û wiha got:
"Nahêle ku gelê Sûriyeyê di rewşeke aram de bijî.
Nahêle Sûriye di atmosfereke azad de destûr û paşeroja xwe diyar bike. Lewra ev êriş civaka Sûriyeyê bi qasî ku hatiye tarûmarkirin, ew hîntir perçe dike.
Ji xwe em wekî Encûmena Jîngehê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê êrişên dewleta dagirker a ku bi balafirên bêmirov û balafirên şer ku êrişî Bendava Tişrînê dike şermezar dikin.
Ji bo parastina bendavê em wekî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê ev ji 8 mehan ve kerwanên sivil berê xwe dida bendavê û wekî mertalekî zindî bi yek destî bendavê diparêzin lê dîsa dagirkeriya Tirk nerawestiyaye.
Ji xwe êrişî sivîlan kir û bi dehan şênîyên sivîl şehîd ketin. Hîn jî ev êrîş berdewam e.
Banga me di serî de ji gelên Sûriyeyê tevî re bi Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Elewî, Durzî, Misiliman û Êzidiyên xwe ku li hemberî van êrişên li ser Bendava Tişrînê rawestin û dakevin qadan û dengê xwe bighînin qadên navneteweyî, ji ber xerakirina bendavê dê kareseteke mirovî bi xwe re bîne.
Di heman demê de jî banga me ji tevgerên ekolojîk, rêxistin û saziyên mafên mirovî re heye. Xeteriya li ser bendavê her roj pir dibe, ev xeterî dê bi xwe re felaketên cuda derxe holê.
Ev êriş ne tenê zererê didin xwezaya heremê, gelê wê jî di qirkirinêkê re bitehlûke re derbas dikin.
Rojana şehadet û bûyerên ku jîngeh tê tarûmarkirin diqewimin. Ji xwe teyr û tilûr û lawir ji hêlînên xwe koç bûne. Lewra xeteriyên ku derkevin, ev in:
1- Li derdora bendavê bi sedan gund û bi sedhezaran şênî dijîn, rûxandina bendavê dê fetisandina ew qas mirovan û xerakirin gelek gundan bi xwe re bîne.
2- Dê bi xwe re felaketek ekolojîk bîne ku hêlîn û cihê bi hezara cûreyên zindiyan xera bike û pergala ekolojîk li wê deverê xera bike. Di encama xerakirina bendavê de şînkahî û bi milyonan zindî dê werin tunekirin.
3- Bendav bi sed hezaran gund û bajarokan bi elektrîk dike. Xerakirina wê Sûriyeyê dixe rewşeke zehmet û serdemeke tarî.
4- Bendav di heman demê de jî pirek e ku çûn û hatina şêniyên herêmê hêsan dike. Ji lewra jî ev rewşa êrişkirinê jiyanê tengav dike."
Ji ber wê daxwaza me ji gelên Sûriyeyê û hêzên navneteweyî û rêxistinên ku me li jor bangî wan kir ev e:
1- Êrişên dewleta Tirkiyeyê û çekdarên wê rawestînin.
2- Hêzeke navneteweyî derbasî bendavê bibe.
3 - Em careke din bangî hêz, rêxistin, tevger û kesayetên navneteweyî û mirovî û ekolojîk dikin ku dengê me bighînin raya giştî ku ev êriş rawestin.
Em berxweda tekoşerê azadiyê û demokratiyê ya QSD û YPJyê silav û pîroz dikin.
Ji birîndar re şifaya acil û ji malbatên pekrewanê azadiyê re sersaxiyê dixwazin.
Şêhîd namirin
Bijî Sûriyeya demokratîk
Bijî Sûriyeya azad
Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse