Geştyar êdî ji bo kaşûnê berê xwe didin Qersê

20-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Kaşûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zivistanan li Bakurê Kurdistanê navendên kaşûnê dibin rawestgehên geştyaran.

Geştiyar bi zarokên xwe re diçin navendên geştyariyê.

Yek ji wan navendên kaşûnê li navçeya Qamûşanê ya Qersa Bakurê Kurdistanê ye.

Li wir zêdetirî metreyekê berf bariyaye û geştiyar bi zarok û malbat xwe li ser wê berfê dişemîtinin.

Geştyarekî got:

“Bi nêrîna min bêhempa ye. Cihekî ku nehatiye keşifkirin û divê bê keşifkirin lê di heman demê de neyê têkdan.”

Li navendê 9 pîst hene û hemû jî ji bo kaşûnê amade ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê niha betlaneya dibistanan dest pê kiriye.

Berpisên navendê dibêjin wan hemû amadekarî ji bo pêşwaziya xwendekar û mamosteyan kiriye da ku betlaneyeke xweş li vê derê derbas bikin.

Rêveberê otelê Alper Aydogdu anî ziman:

“Çi pîstên me yên kaşûnê çi jî tesîsên me yên mekanîk hemû niha di rewşeke gelekî baş de ne. Asta berfê jî niha li navenda me ya kaşûnê gelekî baş e.

Em hemû mêvanan vedixwînin ku bên û li vê derê di nav daristana çamên zer de kaşûnê bikin.”

Qers, Erzirom û Colemêrg 3 parêzgehên sereke yên Bakurê Kurdistanê ne ku bi navendên xwe yên kaşûnê derdikevin pêş û keşûhewaya wan ji bo vê werzişê gelekî guncav e.

Ji ber ku zivistanan li her sê parêzgehan rêjeyeke zêde ya berfê dibare û germahî jî heta binê sifirê 30 pileyî dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst