Li Riha û Edeneyê 37 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li parêzgehên Riha û Edeneyê 37 "qaçaxçiyên koçberan" hatine desteserkirin.

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Edenê ya Tirkiyeyê operasyonên bi navê “Kalkan-8” hatin kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku bi koordîneya Serokatiya Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlehiya ya Giştî li parêzgehên Riha û Edenê li 18 navnîşanan operasyon hatine kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonan de 37 kes hatine desteserkirin ku "qaçaxçîtiya koçberan" dikin û wan dest danîne ser kamerayên termal û hejmarek diravên biyanî.