AMED - Qeymeqam bi mîkrofonê li mele xistibû: Parêzgariyê lêpirsîn da destpêkirin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Pasûr Qeymeqam Burak Akeller
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand ku derbarê Qeymeqamê Pasûrê yê meleyekî derb kiriye de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha Baroya Amedê jî ragihand ku ew dê bûyerê bişopînin.

Li navçeya Pasûra Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh qeymeqamê navçeyê Burak Akeller ji ber ku şêweyê xudbeya meleyê bi navê M.K. neecibandiye bi mîkrofonê li mele xistibû û jê re gotibû, “Ma tu terorîst î?”

Parêzgariya Amedê daxuyanî da

Piştî ku nûçe di çapemeniyê de belav bû, parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir.

Parêgariyê diyar kir ku derbarê bûyera navbera Qeymeqamê Pasûrê û meleyê mizgefteke navçeyê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.

Baroya Amedê: Em dê bûyerê bişopînin

Baroya Amedê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Baroya Amedê helwesta qeymeqam a li hemberî meleyê mizgeftê şermezar kir.

Herwiha baroyê da zanîn ku ew bi meleyê ku hatiye derbkirin re di nav danûstendinê dene û ew dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst