Wezaretê li ser mirina 2 keçên Mûşî lêpirsîn da destpêkirin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Gimgim Zarok Daliqandî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê ragihand ku wan li ser mirina bi guman a 2 zarokên keç li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê lêpirsîn dane destpêkirin.

18ê Kanûna Paşîn li navçeya Gimgimê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên 14 salî yên keç ên bi navên P.A. û Z.T. ku xwendekarên dibistana navîn bûn, winda bûbûn.

Malbatên herdû zarokan ji bo dîtina wan xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Piştî demekê bavê yek ji keça winda P.A, Cemal A. cenazeyê herdûyan li xaniyê xwe yê vala daleqandî dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û piştî pişkinîn û lêkolînên destpêkê, cenazeyên her du keçan ji bo otopsiyê birin Bijîşkiya Dadî ya Mûşê.

Serdozgeriya Komarê ya Gimgimê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Piştî belavbûna nûçeyê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan derbarê mirina bi guman a wan herdû keçan de lêpirsîn daye destpêkirin û got:

“Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e û pêvajo bi hestyarî ji aliyê wezareta me ve tê şopandin.

Herwiha ji aliyê wezareta me ve pêvajoya piştîvaniya derûnî jî bo malbatan hatiye destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst