Dîmenên nû yên bûyera Mêrdînê hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên bûyera Mêrdînê, ku 5 welatiyên Duhokî tê de hatibûn kuştin ji aliyê medya fermî ya Tirkiyê ve hat belavkirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, derbarê kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê berdewam e. Piştî bûyerê 6 gumanbar hatibûn desteserkirin û du ji wan piştî îfade wergirtinê hatin derdan û lêpirsîna 4 kesan jî hê berdewam e.

Di dîmenan de diyar dibe, ku gumanbar berî welatiyên Duhokî bêne restoranteke bêhnvedanê tên wêderê û piştî ku otombîla qurbaniyan tê restorantê, ew ji wêderê diçin.

Di dîmenên li cihê êrîşê jî ku kamerayên termal tomar kirine, diyar dibe ku her her du otombîl li kêleka rê rawestiyane û gumanbar li derdora otombîla qurbaniyan dizivirin û piştre li otombîla xwe siwar dibin û diçin. Deriyên otombîla qurbaniyan vekirî dimîne.

Dîmenên êrîşkaran piştî ku her 5 kesan dikujin li benzînxaneyekê benzînê dikirin jî diyar dibe.

Şeva 18ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (75 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.