Leşkerê berê li balkonê teqe li xelkê kir: Yek jê polîs 5 kuştî û 5 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sagarejo yê Gurcistanê, kesekî êrîşkar ji balkona apartmanekê gule reşandin û di encam de 5 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de polîsek jî heye.

Wezareta Navxwe ya Gurcistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandin ku êrîşkarê 49 salî ji balkona apartmana ku lê dima, bi çekê gule li xelkê reşandiye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di bûyerê de 4 sivîl û polêsekî jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gor Wezareta Navxwe ya Gurcistanê, hêzên ewlehiyê li ser mala êrîşkar operasyon lidar xistine û hat ragihandin ku berguman beriya hatina polîsan xwe kuştiye.

Wezîrê Navxwe yê Gurcistanê Vakhtang Gomelauriyê serdana cihê bûyerê kir û ragihand, êrîşkarê ku gule li sivîl û polîsan reşandine ji sala 2006an heta 2021an di nava Hêzên Çekdar ên Gurcistanê de wezîfedar bûye.

Gomelaurî diyar kir ku êrîşkar di mala xwe de mirî hatiye dîtin û got, “Hêzên taybet hatin cihê bûyerê. Banga agirbestê kirin. Êrîşkar çend carên din gule reşand. Dema hêzên taybet derî vekirin, dengekî din ê çekê hat. Êrîşkar li ser nivînê razayî bû û çek li kêleka wî bû. Ev yek ji aliyê personelên me ve hat dîtin.”

Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.