Îmamoglu serdana Colemêrg û Dêrsimê dike

20-01-2023
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Colemêrg Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serdana 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike, ku Colemêrg û Dêrsim jî di nav de ne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwe ji bo geşteke bo zêdeyî 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amade dike.

Hatiye ragihandin Îmamaglu   di geştên xwe de  serdana  şaredariyên li wan parêzgehan dike ku ligel şaredariya Stenbolê bira ne an  bo çend projeyan hevaheng in û beşdarî vekirina projeyên ku li wan şaredariyan   bi hevahangiya ligel  Şaredariya Stenbolê hatine çêkirin dibe.

Li gor zanyariyan parêzgehên Dêrsim û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê  jî ew parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne ku Ekrem Îmamoglu serdana wan dike.

Îmamoglu di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de bi piştevaniya dengên HDPê û Kurdan li Stenbolê wek şaredar hatibû hilbijartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst