Li Kilîsê 50 koçberên Sûriyeyî hatin desteserkirin

20-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbeyliyê ser bi parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, 50 koçberên Suriyeyî hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê, di daxuyaniyekê de desteserkirina hejmarek koçberan li ser sînorê Sûriyê ragihand û diyar kir, tekoşîna tîmên wan li dijî koçberiya neyasayî berdewam e.

Li gor daxuyaniyê, tîmên Fermandariya Cendirmeyan doh 19ê Çileya 2023an li ser sînorê navçeya Elbeyli û Sûriyê 50 koçberên ku xwe di nav barhilgirekê de veşartibûn hatin desteserkirin.

50 koçberên ku hatine desteserkirin bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Kilîsê hatin radestkirin daku bo welatê xwe bên vegerandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst