Li Rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê hat protestokirin

20-01-2023
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê hat protestokirin
Li Rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê hat protestokirin
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Dagirkirina Efrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehhezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehba dimînin, bi boneya 5emîn salvegera destpêkirina êrîşa ser Efrînê soza berdewamkirina kar bo rizgarkirina herêma xwe dan. Xwepêşanderan di bin durişmeya "Efrîn a me ye û dê ya me bimîne" de dengê xwe bilind kirin û gotin ku dê vegerin warên xwe.

Xwepêşanderan çiqlên zeytûnan û wêneyên şehîdên Efrînê bilind kirin. Her wiha bêdengiya civaka navdewletî li hemberî dagirkirina Efrînê û binpêkirina li dijî mirov û xwezaya Efrînê  şermezar kirin.

Xwepêşander di kolanên sereke yên bajarê Til Rifeet re geriyan û li qada sereke ya bajêr rawestiyan. Hevserokê Encûmena Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo jî gotarek pêşkêş kir û dagirkeriya Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir

Li herdû taxên Eşrefiyêû Şêx Meqsûd xwepêşandan birêve çûn

Li bajarê Helebê jî bi hezaran welatiyên Kurd ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin kolanan û  xwepêşandanek  lidarxistin. Xwepêşanderan dagirkerkirina  Efrînê û proseya guhertina demografîk û siyaseta tirkkirina herêmê bi tundî şermezar kirin.

Xwepêşanderan pankertên bi nivsên weke "Veger soza me ye, Na ji dagirkeriyê re, Na ji guhertina demografîk re" bilind kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê divê pêkhateyên navçeyê yekhewlest bin. 

Li Tebqa û Reqayê dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin

Li bajarên Tebqa û Reqa jî şêniyên van herdu bajaran du xwepêşandanên cûda birêve birin û dagirkeriya Efrînê şermezar kirin.

Di van herdu xwepêşandanan de hejmareke rîspiyên herêmê, endamên partiyên siyasî û rêveberên saziyên sivîl beşdar bûn. di van xwepêşandanan de jî durişmeyên li dijî siyaseta Tirkiyê hatin bilindkirin. di xwepêşandanan de jî gelek axaftin ji aliyê berpirsan ve hatin pêşkêşkirin û têde amaj bi wê yekê dan ku nêzîkbûna Erdogan ji Esed re tenê bo komkirina dengan di hilbijartinên Tirkiyê de ye û Esed jî dixwaze bi rêya Tirkiyê zexta navdewletî li ser rêjîma xwe rake.

Dagirkirina Efrînê

Di18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin, ji wê demê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên parêzgehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst