Çekdar û erebên hawirde birîna daran li Efrînê berdewam dikin

20-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye, çekdarên opozisyonê û Erebên hawirde darên herêmê dibirin.

Di vîdyoyekê de ku taybet ji Rûdawê re hatiye şandin, diyar dibe ku çekdar û Erebên hawirde darên ku birîne bi motorsîkletan  dibin cihekî din.

Çavkaniya ku dîmen ji bo Rûdawê şandiye, da zanîn ku dîmen ên riya Devyolê ne, ku di navbera herdu bajarokên Cindirês û Şiyê de ye.

Erebên hawirde dar ji Çiyayê Qaziqlê birîne û wan dibin bazarê.

Ji destpêka zivistanê ve, birîna darên zeytûn û berûyan yên daristanan li herêma Efrînê li ser destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde pir zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst