Li Qamişlo metirsiya madeyên hişbir hat gotûbêjkirin

20-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê semînerek li ser metirsiya madeyên hişbir û hişiyarkirina civakê li hember van metirsiyan hat sazkirin.

Semîner ji aliyê Akademyaya Lêkolînan û Rahênanê di Warê Geşepêdana Mirovî ve hate birêvebirin.

Rahêner Şikrî Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa girîngiya wê çalakiyê û girîngîpêdana xelkê bi vê babeta hestyar kir.

Şikrî Yûsif, Rahênerê Geşepêdana Mirovî dibêje, Divê hemû xelk ji metirsiyên madeyên hişbir haydar be.

Dr. Ehmed Hac Ibrahîm ku beşdarî semînerê bû ji Rûdawê re got armanca wan ji vê semînerê hişyarkirina xelkê ye derbarê metirsiyên belavbûna madeyên hişbir de.

Li gorî Asayişa Rêveberiya Xweser, di sala 2022ê de, li bakurê rojhilatê Sûriyê, dest bi ser 3,086,241 hebên hişbir, 559 Kîlo gram Heşîş,185 kîlo Kirîstal, 144 gram tovê heşîşê û 534 gram hêrwîn de hatiye girtin.

Her li gor daneyên Rêveberiya Xweser, rêveberiya nehiştina madeyên hişbir, li ser 2037 dosyeyan rawestiyaye 535 dosyeyên bazirganîkirinê, 387 dosyeyên belavkirin û 1115 dosyeyên bikaranînê bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst