Termên 5 qurbaniyên êrîşa Mêrdînê tên veşartin

20-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termên 5 welatiyên Duhokê yên ku li Merdînê bi guleyan hatibûn kuştin, bo Duhokê hatin vegerandin û îro li du cihên cuda tên veşartin.

Ew 5 kesên hatine kuştin endamên du malbatan bûn, malbatek ji bo serdana pizîşk û wergirtina çareseriyên pizîşkî û malbata din jî ji bo serdana kurê xwe çûbûne Bakurê Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nasrî li Duhokê ragihand, termên Wehîde Heyder û kurê wê Mela Ehmed Celaleddîn bo nahyeya Şêladizê hatine veguhastin û îro bi amadebûna endamên malbatê, xizm û xelkê tên veşartin.

Termên Hacî Ebdullah Salih, hevjîna wî Çîman Şahîn û keça wan Hindirên Ebdullah sibeha îro înê li mizgeftê nimêja miriyan li ser hat kirin û paşê bo goristana Komelgeha Bagêra hatin veguhastin, daku li wê derê bên veşartin.

Îro demjimêr 02:00ê sibê termên wan 5 welatiyan bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bo Duhokê hatin veguhestin.

Duh di bûyerekê de li parêzgeha Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm û dayika wî Wehîde Heyder ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Têkildarî kuştina wan welatiyan, heta niha 6 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariya Mêrdînê du di daxuyaniyekê de ragihand, ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê 4 kes hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Ajansa fermî ya Tirkiyê jî paşê ragihand, piştî wergirtina îfadeyên wan kesan 2 kesên din jî hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, kesên desteserkirî xelkê Nisêbînê ne.

Xizmê qurbaniyan Mihemed Reşîd Celaleddîn di dema vegerandina terman de ji Rûdawê re ragihand, derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye û got: “Destpêkê lêkolîn hêdî û lawaz bû, lê dema dîtin ku medya û hikûmet bi cidî li ser xetê ne, wan jî lez dan lêkolînan.

Wî herwiha got, “Tişta hatî kirin hovîtî û li dijî mirovahiyê ye.., DAIŞ jî karekî wiha  nake.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî ji rojnamevanan re ragihand, Herêma Kurdistanê di hemû astan de hatiye ser xetê û em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de kesên ku ev yek kirine bên eşkerekirin.

Elî Teter da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê fişar kiriye û aliyê Tirkiyê jî bersiveke baş daye wan daxwazan. Teter destnîşan kir: “Divê em hê lez nekin û em li bendê ne ku hikûmeta Tirkiyê encamên lêkolînê ragihîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst