Li ser rêya Şirnex-Colemêrgê barhilgir di rê de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin. Rêya sereke ya Şirnex-Colemêrgê jî yek jiwan rêyan e ku ji ber barîna berfa zêde hatiye girtin û beşeke barhilgiran di rê de mane.

Li aliyekê tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahî ya herêmê rê paqij dikin, li aliyê din jî Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û Tîmên Heyva Sor xwarinê digehînin şofêrên wan barhilgirên ku di rê de mane.

Konvoyeke derdora 20 barhilgiran

Recep Bozkurt, Serokê Şaxa Heyva Sor ya Colemêrgê, dibêje, “Niha li vir konvoyeke derdora 20 barhilgiran heye. Em wek Heyva Sor ji bo ku xorakê bigehînin wan hatin vir. Em ligel tîmên AFADê niha xorakî li ser wan dabeş dikin.”

Şofêrên barhilgiran di şert û mercên giran ên zivistanê de, bê navber karê xwe dikin. Ew tevî berf û pûkê ji bajarên Tirkiyê barên xwe digehînin parêzgehên Bakurê Kurdistanê. Şofêr li beramber van alîkariyên wan spasiya tîman dikin.

Berfê rêya bi hezaran gundan girt

Asim Bal, Şofêr, dibêje, “Tîm alîkar in. AFAD û Heyva Sor jî xwarinê tînin. Zikê me têr kirin. xwedê ji wan razî be.”

Ev di demekê de ye li parêzgehên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê rêya 2 hezar û 48 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Bi heman awayî li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzîngan û Dêrsimê jî rêyên 1972 gundan ji ber berfê hatine girtin. Kar û xebatên paqijkirina wan rêyan berdewam in û aliyên peywendîdar hişyariyê didin welatiyan eger rewşeke awarte nebe hatinûçûnê nekin.