Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Hozan Canê îro li Hewlêrê beşdarî rûniştina `dozeke ecêb û balkêş` bû û ji Rûdawê re ragihand, ew jin “dema ku ez di zindanê de bûm, ne tenê xwe wek Hozan Canê nîşan daye, lê malbat û çîroka jiyana min jî wek ya xwe nîşan daye, hetta mafê min ê exlaqî jî binpê kiriye.” Hozan Canê daxwaz jî dike ku mafên hunermendan bên parastin.
Hozan Canê beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin û taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa çîroka 'dozeke balkêş û ecêb' kir.
Rûniştina dozê li dadgeha Hewlêrê
Li Başûrê Kurdistanê jinekê xwe wek Hozan Canê dabû naskirin û beşdarî bername û çalakiyan dibû û stran digotin. Piştî ku ev hat zanîn, li ser wê jinê doz hat vekirin û îro li Hewlêrê rûniştina wê dozê birêve çû.
Hozan Canê berî ku behsa çîroka dozê û serêhatiyên xwe bike, spasiyên xwe pêşkêşî “malbata Rûdawê” kirin û got, “Di her roja ez di tengasiyê de bûm, bi rastî jî li cem min bûn.”
Li ser wê doza `ecêb` jî Hozan Canê amaje bi wê kir ku îro ew li ser vê mijarê derketin dadgehê û got, “Jineke ji Hewlêrê ye, ew bi xwe nehatibû, du parêzerên wê hatibûn, lê nedizanîn (parêzeran) ka ji bo çi hatine jî. Du parêzerên min jî li gel min beşdar bûn.”
`Wêneyên min li ser CDyên min rakirine`
Hozan Canê bibîr dixe ku wê demê di zindanê de bûye û matmayîna xwe tîne ziman ka çawa beşeke “televîzyonên Kurdî ji wê jinê bawer kirine ku ew Hozan Canê ye. Ez bi xwe hatibûm Kurdistanê, min konsert dabûn. Min rûbirû danûstandin kiribûn. Wê jinê xwe wek Heyran Canê dabû naskirin, lê fotografê min li ser 17 CDYên min radike, wêneyê xwe datîne ser û difiroşe, ev 4-5 sal e. Televîzyon dibêjin, em hatine xapandin. Me jî ew klîpa ku beşdarî bernameyên wan TVyan bûye radestî dadgehê kir.”
Hunermend Canê dibêje, ew jin “li ser navê min beşdarî bernameyên hemû TV û hizban bûye, lê ez dizanim ku di Rûdawê re derneketiye. Ji xwe ji ber hindê ez dibêjim, Rûdaw TV li gel min, ku ez nas dikirim û rê bi wê jinê neda û nexist şûna min.”
`Ez bang li dadweriya Kurdistanê dikim`
Li ser encama îro ya dadgehkirina li ser wê dozê jî Hozan Canê dibêje, “Heyeta dadgehê em guhdar kirin. Min jî diyar kir ku ez li Almanyaê dimînin û nikarin her tim bêm” û bang dike, “Ez hêvîdar im, ez li bang li dadwerî û dadgeha Kurdistanê dikim, edalet û hiqûq çi be, bila ew bê kirin. Ez dixwazim edalet bicih bibe. Dadwer dibêje, divê ji (sazî) Rewşenbîrî were, 3 hunermend werin û bêjin, `ev Hozan Canê ye` û şahidiyê biki û herwiha daxwaza nasname ji min kirin û min 3 nasname danîn ber. (jin) li fîlma min a Şingalê jî xwedî derketiye.”
Di dewama axaftina xwe de Hunermend Canê daxwaz dike ku “mafên hemû hunermendan bên parastin û tomarkirin” û tekez dike, “Nêzikî 35-40 sal e ez di nav hunera Kurdî de me, min di 6-7 saliya xwe de destpê kiriye. Her çar perçe min nas dikin. Ez dixwazim taybet hunermendên jin biparêzin.”
`Bi dengê min klîp çêkirine`
Derbarê wê jinê de jî ku xwe li şûna wê daye naskirin, Hunermend Canê ku wê demê di zindanê de bû, dibêje, “Bi dengê min klîp çêkirine, çûya dawet û şahiyan. Ev hemû tespîtkirîne, dadwer bi xwe dibêje, `ez nikarim çi bibêjim. Tiştek wiha ne li Kurdistanê, li cîhanê nû diqewime.` Em jî dixwazin ew bi wê biaxive ka çawa hatiye vê astê, kê piştgiriya wê kiriye, çawa mafê jinekê dixwe ku di destê dijmin de dîl hatibû girtin, rastî zehmetî û îşkenceyan hatiye.”
Hozan Canê gazineke xwe jî derdibire û dibêje, pêwîst bû rê bi wê jinê nehatiba dayîn, “êdî qewimî, lê divê ji vir û şûn ve li gel min bin û alîkariya min bike.” Hozan Canê behsa tiştek ecêbtir jî dike û diyar dike, wê jinê ne tenê xwe wek Hozan Canê nîşan daye, lê malbata wê jî wek ya xwe nîşan daye, “gotiye, Arîf Sag mamosteyê min e, Hozan Aydin hevalê min ê dibistanê ye.”
Hozan Canê diyar dike, mafê wê heye û dê ji hemû wan televîzyonan daxwaza mafê xwe bike ku ew jin derxistine ser ekranên xwe û hêviya tîne ziman ku mafê xwe werbigire û bi çavên tijî hêsir behsa rewşa xwe ya di zindanên Tirkiyê de dike ku rastî îşkenceyên mezin hatiye û dibêje, “Divê hemû serok û rêber dengê min bibihîzin, ez di zindanê de bûm, hûn li min xwedî derneketin, lê niha li min xwedî derkevin.”
Daxwaza ji hemû hizb û gelê Kurdistanê
Hunermenda navdar a Kurd dibêje, wê jinê jibilî ku xwe kiriye xwediya berhem û hunera wê, lê “bi navê min di CDyekê de gotiye, `ez Hunermend Canê, bedena min pir bi qîmet e, kî saetekê bê cem min, divê 50.000 dolar bide, ev hemû tomarkirîne. Vê jinê mafê min ê exlaqî jî têk biriye. Divê Kurdistan vê yekê qebûl neke. Ez wek jineke Kurd, Hunermendeke Kurd ketim zindanê, bi rastî Alman, Fransiz û hetta Serokê Kanadayê jî ji bo min ket nav tevgerê bo ku min ji wê zindanê xilas bikin. Hêvîdar im Kurdistan jî vê yekê bike, hemû hizb... ez daxwazê ji hemû hizb û gelê Kurdistanê dikim di vê dozê de ez bi kêmanî mafê min ê exlaqî bên parastin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) berdewam e ku îro heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin û li ser vê mijarê jî Hozan Canê amaje bi rola hunermendan dike û dibêje, “Divê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn û bibe neçarî ne ku dersa bijart e. Ez piştgiriya dersa bijarte jî dikim, lê eger hiqûq be, divê Kurdî bibe zimanê duyem. Her Kurdek bi Kurdî biaxuve, Kurdî nîşanî zarokên xwe bide, bixwînin û bêjin, zimanê Kurdî winda nabe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse