Waqfa Hemîdê Smaîlaxa: Divê gelê me vê firsetê ji dest bernede

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Hemîdê Smaîlaxa jî piştevaniya xwe ji bo kampanya bo dersa bijarte ya Kurdî nîşan da û ragihand ku “Divê gelê me vê firsetê ji dest bernede û bi vê hişmendiyê xwe fêrî zimanê xwe bike û wî geş û belav bike.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa bi dirûşma “Biparêze nexş û al. Heger te ji bîr kir ziman, hingê namîne Kurdistan. Kurdno zimanê te hebûna te ye!” beşdarî kampanya bo dersa bijarte ya Kurdî bû.

“Em piştgiriya her destkevtinê dikin”

Di daxuyaniyekê Weqfa Hemîdê Smaîlaxa de ragihand: “Em weke Weqfa Hemîdê Smaîlaxa bang li gelê xwe dikin ku vê firseta bi dest ketiye pêk bînin. Helbet têrê nake lê divê em her rê û derfetên ku bi saya ked û xebatên gelê me bi dest ketine, bi kar bînin û bixin jiyanê. Yek ji vê firsetê jî ev e ku niha li Bakurê Kurdistanê hilbijartina dersa kurdî (Kurmancî û Zazakî) bi dest ketiye. Her destketina ku fêda gelê me tê de hebe, divê bê qeyd û şert em piştgiriyê bidinê.

Heta ku em weke milet xwe fêrî destketinên bi destê me dikevin nekin, em ê her wenda bikin. Ji ber ku ziman hebûn e û dema te zimanê xwe wenda kir,  hebûna te jî wenda dibe.”

“Divê em vê derfetê ji dest nedin”

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa tekez dike ku gelê Kurd divê vê derfeta dersa bijarte ji dest nede û dibêje: “Bi vê hişmendiyê xwe fêrî zimanê xwe bike û wî geş û belav bike. Ji ber ku fikir û raman bi rêya zimên xwe digihîne mejî. Ew jî wê dike raman û zanîn û belav dike.Zarokên bi zimanê xwe mezin dibin û dê bibin, ew ê her weke Kurd xwe binasin û li gor wê jî tevbigerin. Ji ber vê em weke Waqfa Hemîdê Smaîlaxa dibêjin: Kurdno, li xwe vegerin. Zimanê xwe hilbijêrin! Tu bi vî zimanî heyî û dema te ew ji bîr kir, tu yê wenda bibî.”

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa herwiha dibêje ku ew Weqfa Hemîdê Smaîlaxa amade ne ku, di vê mijarê de çi bikeve sermilê wan pêk bînin.

Avakirina Weqfa Hemîdê Smaîlaxa

Par bi navê zimanzan û siyasetmedarê kurd Hamît Kiliçaslan (Hemîdê Smaîlaxa) ku ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest da, weqfek li Swêdê hat avakirin.

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa piştî ku 19ê Cotmeha 2021an de li Swêdê hat avakirin, li Bakurê Kurdistanê jî wek nûner hat avakirin.

Hamit Kiliçaslan kî ye?

Di sala 1948’an de li gundê Smaîlaxa ya Qoserê hatiye dinê. Ji ber sedemên siyasî ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê ya ku di dawiya salên 60î de xwendiye hat avêtin. Di sala 1969’an de di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (KDPT) de bi awayekî aktîftir dest bi siyasetê kir. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î neçar ma koçî Rojava bike û di sala 1983an de li Swêdê bi cih bû.

Hamit Kiliçaslan ku di nav damezrînerên DDKO de cih digire, di heman demê de endamê Koma Atolyeya Kurmancî ye ku 30 sal in di warê Kurdî de dixebite. Di heman demê de ew di nav damezrînerên Enstîtuya Kurdolojiyê ya Parîsê û Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê de ye.