Li Efrînê ji ber berfê kampên koçberan zerar dîtin

20-01-2022
RÛDAW
Li Efrînê ji ber bahoza berfê kampên koçberan zerar dîtin
Li Efrînê ji ber bahoza berfê kampên koçberan zerar dîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji ber bahoz û berfê kampên koçberan rastî ziyanan hatin, 69 çadir li ber ba çûn a herî kêm ziyan gihştiye wan. 

Ji aliyê xwe ve, tîmên Berevaniya Sivîl rêya Bilbilê-Şera ji berfê paqij kirin, daku bigihên kampên koçberan li gundên Şera û alîkariya zeremendan bikin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê,  zêdeyî 300 hezar Kurdên Efrînê ku derbider bûne li nav 4 kampan li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dimînin,ku ji aliyariyên navdeweltî bê par in.

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji ber bahoza berfê kampên koçberan zerar dîtin. Hejmereke çadir li kampan ji ber bahozê hatin xwarê.

Koçberê Idlibê Tariq Ebdellah dibêje: “Doh ji ber bahoza berfê çadirên me hatin xwarê û bi taybetî yên kevin, xelk tirsiyan û kesên ku çadirên xwe ji dest dan çûn ba cîranên.”

Ji aliyê xwe ve, tîmên Berevaniya Sivîl Kumsipiyan rêya Bilbilê-Şera ji berfê paqij kirin, daku bigihên kampên koçberan li gundên Şera bi dirêjahiya 60 kîlometeran, ji encama bahoza berfê jî 69 çadir têkçûbûn.

Koçberê Idlibê Ebû Elî got: “Bahoz zêde xurt bû, me şeva xwe li derve qedand, em niha çadirên xwe yên jiber bahozê têk çûne çêdikin.”

Li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê di Çileya 2018an de bo ser herêma Efrînê zêdeyî 300 hezar Kurd derbider bûn û niha li nav 4 kampan li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê dimînin, û li şûna wan zêdeyî 458 hezar Erebên hawirde hatin bicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst