Bilindkirina nîşana 'Gurê Boz' li Kerkûkê bû sedema nerazîbûna Kurd û Ereban

20-01-2021
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Kerkûk Kurdistan Gurê Boz Eniya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî di dema serdana xwe ya bo bingehên hêzên çekdar ên Tirkmen ên Fewca Şehîdên Tirkmen a girêdayî Heşda Şeibî û hêzên Mertala Kerkûkê de li bajarok û gundên tirkmenî yên derdora Kerkûkê, nîşana “Gurê Boz” bilind kir û ew yek bû sedema nerazîbûn û bertekên tund ên Kurd û Ereban.

Erşed Salihî ku hevdem yek ji parlamenterên Kerkûkê di parlamentoya Iraqê de ye, roja 18ê Çileya 2021an serdana gundên Bilawe, Kombitler, Turklan, Cerdaxlî û bajarokê Yaycî yên derdora bajarê Kerkûkê kiriye û li wan deran li gel hêzên çekdar ên tirkmen ên di nava artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de civiyaye.

Serokê Eniya Tirkmenî di serdana xwe ya bo wan gundên tirkmenî de tekezî li wê yekê kiriye, ku “navçeyên tirkmenî eniya pêşîn a rûbirûbûna şaneyên terorîstî yên girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞê ne, ku hewl dide ewlehî û istiqrara parêzgeha Kerkûkê xerab bike.”

 

 

Salihî wêneyên wê serdana xwe li ser Twitterê belav kirine, ku tê de tê xuyakirin wî li gel hejmarek çekdarên tirkmen destê xwe weke nîşana “Gurê Boz” ku nîşana tirkên tundrew û nejadperest e, bilind kiriye.

Erşed Salihî li ser twittera xwe herwiha nivîsiye: “Îro em li gundên xwe yên tirkmen û li cem leşkerên xwe yên qehreman bûn, ku li derdora Kerkûkê nobet girtine. Bi nobetgirtina wan û gotina wan a her tişt bo welat, em di bin siya qehremanên xwe de li malên xwe rihet radikevin.”

Salihî peyva “Turkmenelî” weke amaje bi Kerkûkê ku tê wateya niştimanê tirkmenan û herwiha hevoka “leşkerên tirkmen” di nivîsa xwe de bi kar aniye û ragihandiye: “Niştimana Tirkmenan, di bin siya leşkerên Tirkmen de ji DAIŞê û PKKê hate paqijkirin.”

 

Bilindkirina nîşana Gurê Boz ji aliyê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê ve rastî bertekên siyasetvan û aliyên siyasî yên Kurd û Ereb ên Kerkûkê û Iraqê hat û bi tundî hat protestokirin. Herwiha li ser torên medyaya civakî jî, Salihî ji ber axaftin û peyamên xwe yên nijadperestî li dijî bingeha civakî ya Kerkûkê hat şermezarkirin.

Serkirdeyê Partiya Turkmeneli, Teymûr El Beyatî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û nîşana Gurê Boz wek nîşana tirkîtiyê bi nav kir û ragihand: “Nîşan vedigere bo sembola kevnar a dîrokî ku temsîla gurê boz dike ku tirkên cîhanê rizgar kiriye û ji bapîrê me yê mezin Oguz Xan hatiye.”

Teymur El Beyatî got: “Bilindkirina nîşana Gurê Boz nûneratiya efsaneya mana gelê tirk di jiyanê de dike û ew jî belge ye ku em beşek in ji gelê Tirkiyê bê îstisna.”

 

El Beyatî tekez kir, tirkmen li nîşana Gurê Boz weke nîşana gel û efsaneya xwe xwedî derdikevin weke efsaneya Entere Bin Şeddad a ereban û Kawayê Hesinkar ê Kurdan.

Pêştir jî hinek siyasetvan û rayedarên partiyên Tirkmen li Iraqê heman nîşana Gurê Boz bilind kirine, ku yek ji wan parlamenterê berê yê tirkmen Niyazî Mimaroglu bû ku di nava avahiya parlamentoya Iraqê de ew nîşan bilind kir û ew karê wî rastî gelek bertekên şermezarkirinê hatibû.

Hevpeymaniya Erebî li dij derket

Endamê Hevpeymaniya Erebî ya li Kerkûkê, Şêx Aasî derbarê kiryara Serokê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî de ji Rûdawê re ragihand: “Em li gel desthilatê û qanûnê û her tiştekî ne ku dewlet bi corek ji coran derdixîne.”

Şêx Aasî got: “Lê belê nîşanên din eger neyênî û li dijî hemwelatiyên Iraqê bin û li dijî yekîtiya welat bin, em wan red dikin û em rêzê lê nagirin.”

Wî endamê Hevpeymaniya Erebî tekez kir, “em cudayî û dabeşkirina navbera gelê Iraqê red dikin û em daxwaza yekîtiya erdnîgariya Iraqê dikin.”

YNK: Karekî neqanûnî ye

Li aliyekê din, parlamentera YNKê li parlamentoya Iraqê, Elmas Fazil jî roja Sêşemê 19ê Çileya 2021an têkildarî mijarê ji Rûdawê re diyar kir, qanûn rê bi bilindkirina van nîşan û îşaretan nade. Elmas Fazil tekez kir: “Em li Kerkûkê pêkvejiyana aştiyane dixwazin û divê rêz li wê bê girtin.”

Wê parlamentera Kurd destnîşan kir, “li gor Destûrê ala Iraqê û ala Kurdistanê tekane du nîşan in ku divê li Iraqê bêne bilindkirin.”

Pêştir wêneyê serbazekî Tirkiyê li bajarokê El Etarib li rojavayê bajarê Helebê li bakurê Sûriyê ku nîşana Gurê Boz bilind kiribû, bibû sedema nerazîbûneke berfireh li cem xelkê Sûriyê û gelek cihên cîhanê û gelek kesan artêşa Tirkiyê bi wê yekê tometbar kirin, ku endamên nijadperest di nav refên wê de hene.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst