Encûmena Sûriya Demokratîk banga ‘şerê rizgarkirina Efrînê’ kir

20-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn MSD Encûmena Sûriya Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) di salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û têde bang li gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir ku “şerê rizgarkirina” herêma Efînê bide destpêkirin.

Di sal bi ser êrişa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girê dayî Enqerê bo ser herêma Efrînê derbas bûn. Encûmena Sûriya Demokratîk di salvegera duyemîn a êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê de daxuyaniyek belav kir  Rojavayê Kurdistanê de û têde dibêje ku talankirina malên welatiyan û hewldanên guhertina demografiya herêmê berdewam in.

Encûmena Sûriya Demokratîk di daxuyaniyê de bibîr xist ku Efrîn li herêmê herêma herî ewle bû û beriya êrişa Tirkiyê bi hezaran koçber li wê herêmê hatibûn bicihkirin, lê piştî êrişên dewleta Tirkiyê bûye herêma herî zêde tundî, şer û talankirinê.

Di daxuyaniya MSDê de wiha hate gotin: “Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de wiha ji bo rizgarkirina Efrînê dike: “Em bang li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst