Li Kurdistanê ji bo penaberên Rojava 131 xanî hatin avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Domîz a penaberên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê, ya li bajarê Duhokê,  bi armanca başkirina jiyan û rewşa koçberan, dest bi avakirina 131 xaniyan hat kirin, daku çadir nemînin.

 

Ji ber hatina berdewam a penaberên Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê, li rex Kampa Domîz a sereke, Kampa Domîz 2 hat vekirin, ku 8 hezar û 740 koçberan li xwe digre.


Bi alîkariya Rêxistina Bangewaza Mirovî û serperiştiya komisyona koçberan, li Kampa Domîz 2 a koçberên Sûriyê li Duhoka Başûrê Kurdistanê, dest bi avakirina 131 xaniyan hat kirin. Ev yek jî bi armanca başkirina jiyan û rewşa koçberan, ji bo ku ji sermaya zivistanê û germaya havînê rizgar bibin.


Derbarê vê mijarê de endazyar Mihemed Ehmed wiha got: “Armanc ji vê projeyê nehiştina hemû çadirên li nav kampê ne. Em  li şûna çadiran xaniyan ava diki. Jjiyan di nav çadiran de gelekî zehmet e. Li gor projeyê ji her malbatekê re du ode û medbex û serşokekê tê çêkirin.  Ev proje ji aliyê Rêxistina Bangewaza Mirovî tê pêkanîn.”


Bi avakirina xaniyan li şûna çadiran li Kampa Domîz 2, berî her tiştî zarok û jin ji hemû metrisiyan rizgar dibin, ku salên berê vêxistina agir li nav çadiran gelek karesat li pey xwe anîbûn.


Koçberê Kurd Seyfedîn jî got: “Berê çadir bûn, sermaya  zivistanê û baran rewşa jiyana xirab dikir. Niha em ji xwe re xanî ava dikin. Em dê xwe ji serma û germayê biparêzin. Agir di nav çadiran de xeter bû ser zarokan.”


Rewşa xerab li Sûriyê dibe rêgir li pêşiya vegera koçberan, bi gotina koçberekî tevî kêmbûna alîkariyan ji aliyê komisyona koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî, û tevî şerê dijî DAIŞê di nav 4 salên borî de,  Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim alîkariya  koçberên Rojavayê Kurdistanê kiriye.


Ji ber hatina hijmareke zêde ya koçberên Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê sala 2014ê Kampa Domîz 2 li tenişt Kampa Domîz a serekî hat avakirin, niha kamp 8740 koçberî lixwe vedihewîne.