Leglegan Gever ji xwe re kirin war

Navenda Nûçeyan - Li nvçeya Gever Colemêrga Bakurê Kudistanê leglegên ku 2 sal e li ser kuleka mizgeftê ji xwe hêlîn çêkiribûn ji aliyên xelkê ve tên xwedîkirin. 


Leglegên dixwazin koçî herêmên germ bikin her sal tên Sazê Nehilê ya Geverê û demekê bêhn vedidin û piştre jî rêwîtiya xwe didomînin. Lê 2 legleg 2 sal in piştî hatin Geverê neçûn û li ser kuleka mizgeftê ji xwe re hêlîn çêkirin. 




Xelkê gund leglegan xwedî dikin û ji wan re hin caran masiyan û hin caran jî xwarinên din tînin û didin wan. 


Niştecihê gund Yusuf Alî Cankurtaram got ku leglegan ew xwedî dikin û wiha axivî: “Ji gunde me her roj kesek xwarina wan tîne û dide wan. Em carna jî ji bo wan diçin ji çem masiyan digirin. Hin gundî jî derdorê hêlîna wan paqij dikin. Em dixwazin bibin mal lê wê çaxê ji me ditirsin. Ji ber vê em wan zêde aciz nakin. Em hez dikin havînê bigihêjin hevalên xwe û ji vir biçin." 




Beytarê Şaredariya Geverê Hekîm Kaçan jî got ew jî nizanin legleg ka çima li vir mane û wiha axivî: "Gelo rêya xwe şaş kirin yan pirsgirêkeke din heye, bi rastî em jî nizanin. Di kontrola me de ne ti nexweşeya wan nîne. Niha xelkê gund wan xwedî dikin."