Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Sîdekanê bombebaran kirin

Sîdekan (Rûdaw) – Rêveberê Bajarokê Sîdekanê ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro balafirên şer ên Tirkiyê çiya û bilindahiyên Sîdekanê bombebaran kirin û tekez kir, lê belê ti zirarên wan bombebaran çê nebûn.

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir: “Îro Yekşembî derdora saet 17:20, balafirên şer ên Tirkiyê bi giranî gundê Şikan ê li sînorê Sîdekanê bombebaran kirin.”

 

Îhsan Çelebî got, di encama bombebaranê de ti zirarên canî û maddî çê nebûne.

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê herwiha da xuyakirin: “Balafirên şer ên Tirkiyê sê caran li ser hev dever bombebaran kirin û di heyama 15 salên bihorî de ew cara yekem e ku balafirên şer ên Tirkiyê, vê deverê ku nêzîkî navenda bajarokê Sîdekanê ye, bombebaran dikin.”

 

Gundê Şikan dikeve ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê û tenê 3 kîlometran ji navenda bajarokê Sîdekanê dûr e.

 

Bi hinceta hebûna pêgehên PKKê, balafirên şer ên Tirkiyê gelek caran deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.