Balafirên şer ên Tirkiyê sînorê Sîdekanê bombebaran kirin

20-01-2019
RÛDAW
Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re got, balafiran sê caran li ser yek dever bombebaran kirin.
Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re got, balafiran sê caran li ser yek dever bombebaran kirin.
Nîşan Başûrê Kurdistanê Sîdekan Gundê Şikan Balafirên Tirkiyê Bombebaran
A+ A-

Sîdekan (Rûdaw) – Rêveberê Bajarokê Sîdekanê ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro balafirên şer ên Tirkiyê çiya û bilindahiyên Sîdekanê bombebaran kirin û tekez kir, lê belê ti zirarên wan bombebaran çê nebûn.

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir: “Îro Yekşembî derdora saet 17:20, balafirên şer ên Tirkiyê bi giranî gundê Şikan ê li sînorê Sîdekanê bombebaran kirin.”

 

Îhsan Çelebî got, di encama bombebaranê de ti zirarên canî û maddî çê nebûne.

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê herwiha da xuyakirin: “Balafirên şer ên Tirkiyê sê caran li ser hev dever bombebaran kirin û di heyama 15 salên bihorî de ew cara yekem e ku balafirên şer ên Tirkiyê, vê deverê ku nêzîkî navenda bajarokê Sîdekanê ye, bombebaran dikin.”

 

Gundê Şikan dikeve ser sînorê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê û tenê 3 kîlometran ji navenda bajarokê Sîdekanê dûr e.

 

Bi hinceta hebûna pêgehên PKKê, balafirên şer ên Tirkiyê gelek caran deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst